Rojane

Ji hevşaredar Bakirhan re 114 sal cezayê girtîgehê tê xwestin

Ji Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan ê hat girtin û li şûna wî qeyûm hat tayînkirin re ji ber tevlî merasîma cenazeyan bûye 114 sal cezayê girtîhegê tê xwestin.

Nûçeyê bixwîne

ÎHD: Xwendekar bi gefên cezakirinê re rû bi rû ne

Seroka Komîsyona Ciwanan a ÎHD’ê ya Edeneyê Halîme Tunç diyar kir ku li 337 xwendekarên zanîngeha Çukurovayê dixwînin lêpirsîna ceza hatiye vekirin, 5 xwendekar girtîne û wiha got: “Bi sedan xwendekar bi gefên cezakirinê re rû bi rû ne.”

Nûçeyê bixwîne

'160 wezar welatiyên Mûsilê koç kirin'

Wezîrê Koç û Koçberiyê yê Iraqê Derbaz Mihemed, diyar kir ku ji destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê heya niha 160 hezar welatî penaber bûne.

Nûçeyê bixwîne

Mamosteyên karê xwe xwestin hatin binçavkirin

4 mamosteyên ku derbarê wan de biryara îxraçê hatibûn dayîn ji ber xwestin biryar paşde bê vekişandin hatin binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

DAIŞ'ê li El Babê 2 leşker kuşt û 3 leşker birîndar kir

Di operasyona "Mertalên Firatê" de DAIŞ êrîş pêk anî û di êrîşê de 2 leşkerên TSK'ê jiyana xwe ji dest dan û 3 leşker birîndar bûn.

Nûçeyê bixwîne

Ahmet Turk: Li dijî faşizmê eniya yekbûyî şert e

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê girtî ye, bi riya parêzeran diyar kir ku li dijî faşîzmê pêdivî bi eniya yekbûyî heye û ji hemû kesên muxalif xwestin ku hevparî û tifaqa xwe bi rêxistin bikin.

Nûçeyê bixwîne

Li Riha û Gurgumê 25 kes hatin girtin

Li Riha û Gurgumê ji 53 kesên ku derxistin dadgehê 25 kes hatin girtin û şandin girtîgehê.

Nûçeyê bixwîne

Rêvebirên HDP û DBP’ê bi ‘îxbara bênav’ hatine binçavkirin

Rêvebirên HDP û DBP’ê 4 siyasetmedar û rojanemgerek ku Wezîrê Karê Hundir îdîa kir “di nava KCK’ê xebatên asta jor dimeşînin” derket holê ku bi hinceta îxbara bênav a ji polîsan re hatine hatine binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Bîrdal : Civak dikare bi berteka tevahî dawî li OHAL'ê bîne

Parazvanê mafên mirovan û Serokê Giştî yê ÎHD’ê yê berê Akin Bîrdal têkildarî dirêjkirina OHAL’ê û guherandina Qanûna Bingehîn diyar kir ku li Tirkiyeyê demokrasî tê kelepçekirin. Bîrdal, destnîşan kir ku ger civak bi tevahî bertekê nîşanî OHAL'ê bide dikare dawî li vê rewşê bîne.

Nûçeyê bixwîne

Hevşaredarê Şaxê Bartu hat girtin

Hevşaredarê Şaxê Celalettin Bartu jî di navde 5 siyasetmedarên kurd hatin girtin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 696 / 830