Rojane

Di dosyaya îstismara zayendî ya li Çinarê biryara bêrayebûnê

Di dosyaya zaroka 11 salî ya li Çinarê ji ber îstîsmara zayendî ducanî mabû û zarok anîbû de G.'ê ji ber ku gotibû bûyer li Sêwasê qewimiye biryara bêrayebûnê hat dayîn û dosya şandin Sêwasê. Parêzerên ÎHD'ê dê îtirazî biryarê bikin.

Nûçeyê bixwîne

Welatiyê 80 salî 23 roj in di bin çavan de ye

Welatiyê bi navê Haci Îsa Sezek ê 80 salî ku polîsan bi ser mala wî de girtin 23 roj in di bin çavan de ye. Rewşa tenduristiya Sezek ê ku îsal reviyê wî yê 12 salî ji aliyê leşkeran ve hat kuştin, kurek û 2 neviyên wî hatin girtin hate hînbûn ku nebaş e.

Nûçeyê bixwîne

Li dijî Emniyeta Çinarê êrîşa bi roket

Li dijî Midûriyeta Emniyeta Çinarê bi roket û çekên luledirêj êrîş pêk hat. Ji Amedê gelek ambulans sewqî herêmê hatin kirin.

Nûçeyê bixwîne

'Bila wezîr îstîfa bikin'

Parlamentera CHP’ê Selina Dogan, li Nexweşxaneyê Etfalê ya Şîşliyê kesên di êrîşa Navenda Reîna de birîndar bûn ziyaret kir. Dogan li vir daxuyanî da û bang li hemû wezîran kir ku îstîfa bikin.

Nûçeyê bixwîne

Careke din li ser riya koçberiyê ne: Kampa êzidiyan tê valakirin

Êziyên ku Şaredariya Yenîşehîrê ku qeyûm hat tayînkirin wan naxwaze li wesayîtan siwar kirin û dibin kampa AFAD'ê ya Midyadê

Nûçeyê bixwîne

Peywirdarê ewelehiyê ya Reinayê dema êrîşê vegot

Peywirdarê ewlehiyê yê Reina ya ku di encama êrîşê de piraniya wan biyanî 39 kesan jiyana xwe ji dest da Emrah Altun li ser pirsa "Dema ku êrîşkar ket klubê we çi kir" bersiva "Em reviyan, ma em çi bikin" da.

Nûçeyê bixwîne

Ji êrîşê re dewetname hat derxistin!

Li Tirkiyeya ku bi mirina 39 kesan ve ket sala nû, beriya çend rojan a êrîşê li bajarên cuda li dijî pîrozbahiyên Noelê afîş hatibûn daliqadin, belavok hatibûn belavkirin. Diyanetê jî beriya sersalê daxuyaniya "Li mûmînan nayê" dabû.

Nûçeyê bixwîne

Piştî Amerîkayê ji Avustralya û Îngilistanê jî hişyarî

Piştî êrîşa li dijî Reinayê pêk hat Amerîkayê welatiyên xwe hişyar kiribû, ji Avustralya û Îngilstanê jî ji bo welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê hişyarî hat.

Nûçeyê bixwîne

Kurtulmuş: Dibe ku hin peyama siyasî didin

Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş, têkildarî êrişa li dijî Navenda Şahiyê ya Ortakoyê got: "Em hêj nikarin bêjin ev rêxistin e. Dibe ku hin bi vê êrîşê peyama siyasî didin."

Nûçeyê bixwîne

DAIŞ li Stenbolê biyaniyan hedef digire

Di êrîşa çekdarî ya li Ortakoyê ku 39 kesan jiyana xwe ji dest da de 20 kesên ku nasnameya wan hat diyarkirin 16 kes biyanî ne, vê yekê êrîşên ku DAIŞ'ê berê jî biyanî û turîst kiribû hedef girtibû anî hîşê mirovan. Di 2016'an de li Sultanahmet, Cadeya Îstîklalê û Balafirgeha Ataturkê di êrîşan de 26 kesên biyanî jiyana xwe dest dabû.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 706 / 830