Rojane

'Di 2017'an de Xwedê ji bo me sebrê, ji bo hinekan jî bela xwe bide'

Sazî û nûnerên siyasî yên ji bo sala 2017'an temiya aştî û demokrasiyê kirin, peyama bi hêviya sala 2017'an bibe sala têkoşînê dan. Di nav peyaman de ya herî balkêş ya nivîskar Umît Kivanç e. Kivanç wiha got: "Xwedê ji bo me wijdan, sebr û aqil, ji bo hinekan jî bela xwe bide."

Nûçeyê bixwîne

Hêj kujerên 39 kesan nehatine dîtin

Li Reîna ya Navçeya Ortakoyê ya Stenbolê li dijî kesên sersal pîroz dikir êrîşa çekdarî pêk hat. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, diyar kir ku di êrîşê de 39 kesan jiyana xwe ji dest dane û 69 kes jî li nexweşxaneyan derman dibin. Soylu anî ziman ku hêj êrîşkar nehatiye dîtin.

Nûçeyê bixwîne

Ji ber şewba harê herêma Lîcê xistin dorpêçê

Li mezraya Kancerê ya gundê Bawerdê yê Lîceyê ji ber şewba Harê herêm xistin bin dorpêç û parastinê.

Nûçeyê bixwîne

Ozdemîr li axa xwe Dersimê hat definkirin

Rojnameger Salîh Ozdemîr ê piştî 22 salan li girtîgehê ma û piştî sirgunî Ewropa bû li Ewropa jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wî anîn li axa wî Dersimê spartin axê.

Nûçeyê bixwîne

Necmiye Alpay: Ezê fêrbûna zimanê kurdî yê kêfa min jêre hat berdewam bikim

Zimanzan û Endama Lijneya Şêwira Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Necmiye Alpay a 133 rojan di girtîgehê de ma û serbes hat berdan, diyar kir ku darazê karê wê yê lêkolîna aştiyê dijwar kir û wiha got: "Kesên entelektuel di her şert û mercan de rexne dikin. Zimanû kurdî mirovan mezin dike. Pir zimanekî xweş e. Ezê fêrbûna xwe ya kurdî berdewam bikim.

Nûçeyê bixwîne

Roboskê-Der hat mohrkirin

Roboskê-Der a ku ji bo daxwaza edaletê ya ji bo 34 kesên ku di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dabûn ji aliyê malbatên wan ve hatibû avakirin, hate mohrkirin. Serokê komeleyê Velî Encu têkîldarî mijarê wiha got: "Heta ku edalet bê Roboskê dê têkoşîna me bidome."

Nûçeyê bixwîne

Akademiya Ehmedê Xanî hat mohrkirin

Akademiya Ehmedê Xanî ya ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hat girtin ji aliyê ekîbên maliyeyê ve hat mohrkirin.

Nûçeyê bixwîne

Dayikên Şemiyê: "Bila sala 2016'an biçe û carek din neyê

Dayikên Şemiyê di çalakiya hefteya 614'an de dayika Fatma Morsumbul bibîr anîn û ji bo sala 2016'an gotin “Tu çû carek din venegere". Dayikan diyar kirin ku dê di sala 2017'an de jî têkoşîna xwe berdewam bikin.

Nûçeyê bixwîne

Xizmên windayan aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn

Komeleya Mafên Mirovan a Amedê û xizmên windayan di hefteya 412'an a çalakiya xwe ya bi şîara "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" li da xistin de aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn.

Nûçeyê bixwîne

3 kesên ketin lehiyê hêj nehatine dîtin

Li Mêrsînê yek jê zarok 3 kesên ketin nava pêlên lehiyê hêj bedena wan nehatiye dîtin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 708 / 830