Rojane

Êdî azad in...
Erdogan, Alpay û Kaya ji girtîgehê derketin

Endamên Lijneya Şêwirê ya Rojanmeya Ozgur Gundemê Nivîskar Asli Erdogan û Zimannas Necmiye Alpay ji Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan û Gerînendeyê Weşana Giştî yê rojanmeyê Zana Kaya jî ji Girtîgeha Sîlîvriyê derketin.

Nûçeyê bixwîne

Doza Sûrê taloqî sibê kirin

Piştî îlankirina qedexeya derketina derve ya li Sûra Amedê, nûçegîhanê DÎHA'ya hat girtin Mazlûm Dolan jî di nav de, 32 jê girtî 40 kesên ji ber pevçûnên ku 104 rojan domiyan, li navçeyê mahsûr mabûn, piştî 10 mehan şûnde derketin pêşberî dadwer û doz taloqî sibê hat kirin. Di doza ku piraniya bersûcan bi kurdî parêzî kir de, ji bilî 6 bersûcên li girtîgehên cuda hemû girtiyan îfade da.

Nûçeyê bixwîne

Di doza Sûrê de bi tundî mudaxileyî girtiyan kirin!

Di doza sivîlên ji Sûrê hatin derxistin û tên darizandin de, mafê parêziya girtiyan hat astengkirin û li ser vê girtiyan îtiraz kir. Girtiyên îtiraz kirin, polîs û leşkeran ew li erdê dirêjkirin û derb kirin. Girtiyên li ber çavê heyeta dadgehê rastî îşkenceyê hatin, dirûşmeyên "Wê rûmeta mirovahiyê îşkenceyê têk bibe" û "Bijî Serok Apo" berz kirin.

Nûçeyê bixwîne

Di doza Ozgur Gundemê de 3 kes hatin berdan

Di doza rojnameya Ozgur Gundemê de Gerînendeyê Weşanê yê Giştî Zana Kaya, endamên Lijneya Weşanê Asli Erdogan û Necmiye Alpay hatin berdan.

Nûçeyê bixwîne

Endamê MYK a DBP'ê Akdogan hat binçavkirin

Endamê MYK a DBP'ê Salîh Akdogan û xebatkarê Navenda Giştî ya DBP'ê Ahmet Karaagaç hatin binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Malbatên Roboskê: Divê yên di bin çavan de bê berdan

Malbatên Roboskê di hefteya 261'emîn a qatlîamê de di daxuyaniya li goristanê ya ji bo daxwaza edaletê bi cih bê dan de xwestin 6 kesên li gund hatin binçavkirin bên berdan.

Nûçeyê bixwîne

Eren Keskîn: Gundem ji bo min Mûsa Anter e

Parêzer Eren Keskîn a di doza Ozgur Gundemê de bêyî girtî tê darizandin di parastina xwe de gotina "Gundem ji bo min Mûsa Anter e" bi kar anî û diyar kir ku der barê wê de 140 doz hatine vekirin lê naçe tu cihan û dê azadiya fikr biparêze.

Nûçeyê bixwîne

Necmiye Alpay: Li ser vî axê bi salan e piştevanî heye

Zimanzan Necmiye Alpay a di doza Ozgur Gundemê ya hat girtin de parastina xwe kir bal kişand li ser piştevaniyê û wiha got: "Dema ku yekem car ji Yaşar Kemal re doz hate vekirin gotina 'em hezar kes heman sûcî dikin' bi kar anî. Li vî axê bi salan e piştevanî heye."

Nûçeyê bixwîne

Aysel Tugluk birin girtîgeha Kandirayê

Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP'ê Aysel Tugluk ku şevê din hat girtin ji Amedê sewqî Girtîgeha tîpa F a Kandirayê kirin.

Nûçeyê bixwîne

Kaya û Kizilkaya neanîn dadgehê

Rûniştina doza Ozgur Gundemê didome. Polîsan destûr neda rojnameger û heyetên biyanî derbasî salona rûnşitinê bibe. Rojnameger û Gerînendeyê Weşana Giştî yê Ozgur Gundemê Zana Kaya û Midûrê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya bi hinceta "Maşîne û personel tune" neanîn dadgehê. Runiştin bi îfadeya Asli Erdogan didome.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 714 / 830