Rojane

Aslı Erdogan: Tekane delîl navê min ê di kunyeyê de ye

Nivîskar Asli Erdogan a di doza rojnameya Ozgur Gundemê de parastina xwe kir diyar kir ku hiqûq veguheriya amûrê çewisandinê û wiha got: "Rojnameya Ozgur Gundemê rojnameyekî, bi desturê tê derxistin, xwedî karta zer e û ji aliyê belavkariya turkuazê ve tê belavkirin e. Tekane delîl a şenber navê min ê di kunyeyê de ye."

Nûçeyê bixwîne

Doza Ozgur Gundemê dest pê kir: Rojnamegerî li pêşberî dadger e

Beriya doza rojnameya Ozgur Gundemê ku zimanzan Necmiye Alpay, nivîskar Asli Erdogan û rojnameger Zana Kaya û Înan Kizilkaya ku di doza Ozgur Gundemê tên darizandin li Edliyeya Stenbolê hatin cem hev. Serokê Giştî yê TGS'ê Gokhan Durmuş diyar kir ku rojnamegerî dê derkeve pêşberî dadgehê.

Nûçeyê bixwîne

Sivîlên di doza Sûrê de tên darizandin: Li Sûrê li dijî mirovahiyê sûc hat kirin

Welatiyên sivîl ên ku li navçeya Sûrê di "qedexeya derketina derve" de 104 rojan asê man di doza ku tên darizandin de îşkenceya ku dîtin vegotin. Keça Fatma Ateş a ku ji ber guleya hewanê birîndar bû û nebirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da Sînem Ateş wiha got: "Ligel ku dihat zanîn em sivîl ir jî mala me hat bombebarankirin. Ji ber ku em li mala xwe ya Sûrê bûn tên sûcdarkirin. Li Sûrê li dijî mirovahiyê sûc hat kirin." Der barê 20 kesan de bi sûcdakirina "yekîtiya dewletê xira kirine" muebeta girankirî, der barê 20 kesên ku di nav de Mazlum Dolan jî heye de jî "endamtiya rêxistinê" "propagandaya rêxistinê kirine" "li dijî qanûna civîn, meş û xwepêşandanan derketine" ceza tê xwestin. Bersûcan di dozê de bi kurdî parastina xwe kirin.

Nûçeyê bixwîne

Li Reqayê hem rojnameger hem şervan: Dîrok li bindestan vegeriya

Şervan û rojnamegerê hêzên Sutoroyê Lîbarya Hasekê yê di operasyona Reqayê de cih digire wiha got: "Niha dîrok berovajî bû. Bindest, gel û bawarî ji bo jiyana hevpar têdikoşin."

Nûçeyê bixwîne

Cîgirê Hevserokê DBP'ê Seydî Firat hat girtin

Cîgirê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Seydi Firat jî di navde 4 siyasetmedarên kurd hatin girtin.

Nûçeyê bixwîne

Dijberî mirinên penaberan Komele Jiyana Mirovane ava kirin

Li gorî daneyên Rêxistina Koçberiya Navneteweyî (ÎOM) piştî şerê li Sûriyê dest pê kir, kesên ji Sûriyê koçber bûn û xwestin di Bodrumê re biçin Ewropa piranî jê zarok hezar û 342 welatiyên penaber di deryaya Egeyê de xeniqîn. Komek dildar, dijberî mirinan li deryaya Egeyê Komeleya Jiyana Mirovane ava kirin.

Nûçeyê bixwîne

Xaniyê xerabe kirin pirtûkxane

Li Bodrûmê, welatiyan maleke vala û wêrankirî, ji bo zarokan veguherandin pirtûkxaneyê. Welatiyên ji bo pirtûkxaneyê li ser civaka medyayî kampanya dan destpêkirin û di demekê de zêdeyî 4 hezar pirtûk berhevkirin.

Nûçeyê bixwîne

Ji neçarî li ber ronahiya telefonê por diqusîne!

Li navçeya Geverê pirsgirêka ceyranê ku bi sala ye berdewam dike, bi hatina zivistanê re ev pirsgirêk zêdetir bû. Berberê bi navê Orhan Altun ê ku ji ber ceyrana her 5 deqîqeyê careke diçe û tê, ji neçarî li ber ronahiya telefonê parê muşteriyan diqusîne bertek nîşanî vê rewşê da.

Nûçeyê bixwîne

Jinên girtî pêkûtiyên rastî wan tên vegotin

Jinên grtî yên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dimînin, pêkûtî û çewsandinên rastî wan tên bi rêya nameyên şandin vegotin. Jinan got, li hemû girtiyên nû tên lêgerîna tazî tê ferzkirin.

Nûçeyê bixwîne

Ji bo rojbûna xwe pîroz kir 7 meh in girtî ye

Xwendekara Beşa Matematîkê ya Pola 1'emîn a Zanîngeha Sitki Koçman a Mûglayê Evîn Aslan, ji ber dîroka rojbûyîna xwe 7 meh in bi îdiaya "Endamê rêxistinê" li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê tê ragirtin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 715 / 830