Leşkerên TSK'ê 3 welatî kuştin
Leşkerên girêdayî TSK'ê li ser sînorê Qamişlo û Mêrdîn 3 bira kuştin û 3 jin jî birîndar kirin.
Nûçeyê bixwîneLeşkerên girêdayî TSK'ê li ser sînorê Qamişlo û Mêrdîn 3 bira kuştin û 3 jin jî birîndar kirin.
Nûçeyê bixwîneQSD'ê di riya Reqayê de keleha Caberê ya dîrokî dorpêçkirin, hat ragihandin ku dibe ku di demeke kin de keleh bikeve.
Nûçeyê bixwîneJi bo merasîma bîranîna qatlîama Roboskê çend roj man, li gund di serdegirtinên malan de Serokê Roboskî-Der'ê Velî Encu û 3 kes hatin binçavkirin
Nûçeyê bixwîneKurd û erebên ku di operasyona Xezeba Firatê ya ku ji aliyê OSQ'ê ve ji bo rizgarkirina Reqayê hate destpêkirin de, hatin rizgarkirin peyama "Em gelên ku xwîşk û birayên hev in, tu kes dê nikaribe vê xira bike" dan.
Nûçeyê bixwîneRojnameger Kenan Kirkaya ku 10 rojan di bin çavan de hat girtin, diyar kir ku bi fermana Wezîrê Karên Hundir hatiye binçavkirin û wiha got: "Pêkanînên ku niha xistine meriyetê ji pêkanînên darbeya leşkerî ya 80'ê derbas kiriye."
Nûçeyê bixwîneHeşaredara Navçeya Navendî ya Akdenîza Mêrsîne Yuksel Mutlu, Endama Meclisa Şaredariya Akdenizê Ayşe Aydogan û Hevserokê HDP'a Mêrsînê Sadun Dogan hatin girtin.
Nûçeyê bixwîneNiştecihên Gundê Mîrzecanê yên pêdiviya xwe yî ava vexwarinê ji tekane kaniya gund bi cih tînin, avê bi meterayan li ser pişta keran an jî bi erebokên destan dikişînin malên xwe. Li gundê ku nêzî 2 hezar kes lê dijî, zivistanê pirsgirêka avê ji bo wan vediguhere çîleyê.
Nûçeyê bixwîneFelek Encu ya ku dema bavê wê ji bo îdaniyê ji wan re bikire çû wî aliyê sînor û jiyana xwe ji dest da, piştî salan kurê wê jî dema ji bo xercaneya xwe yî sersalê ber bi sînor ve diçe, li heman cihî jiyana xwe ji dest dide.
Nûçeyê bixwîneOzlem Çevîren a ji Dêrika Mêrdînê ye, li Şirnexa ku wek bajarê xwe yî duyemîn pênase dike got, niha ji wê dirûngeha ku bi keda 2 salan vekiribû tu şop nemaye. Çevîren diyar kir ku, dema ew li bajêr dinihêre ji bilî gumleteke enqazê tu tiştî nabîne û wiha got: "Tu dibînî, lê qebûl nakî. Keda mirovan serobino bûye."
Nûçeyê bixwîneParlementerê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr, êrîşên li dijî siyaseta kurd wek "êrîşên li dijî destkeftiyên gelê kurd" nirxand. Baydemîr got, fatûreya OHAL'ê jî li kurdan hatiye birîn û dest nîşan kir ku, Tirkiye di serdema xwe yî herî tarî re derbas dibe, xelasbûna ji van rojan bi ruhê çareseriya 2013'an pêkan e û got, divê demildest dûman ber bi çareseriyê ve bê zîvirandin.
Nûçeyê bixwîne