Rojane

Mîkrofona radyoyê wek delîla 'Endamê rêxistinê' hat hesibandin!

Xebatkara Radyo Sesê Fatma Olmez a di çarçoveya operasyonên li Mêrsînê hat lidarxistin de hat girtin, hat îdiakirin ku beşdarî çalakiyên ku wek rojnameger dişopand bûye. Dadgehê mîkrofon û berguhka di dest Olmez de delîlên "endamtiya rêxistinê" hesibandin.

Nûçeyê bixwîne

Gelo Qanûna Bingehîn a nû, dikare bibe pira navbera civak û dewletê?

Naveroka metna qanûna bingehîn a nû ya ku bi hevkariya AK Partî û MHP'ê berpêşî Binkomîsyona Meclîsê hat kirin, hişyariyên Abdûllah Ocalan ên di pirtûka "Nexşeya Rê" de, bi bîr xistin. Ocalan, di pirtûka xwe de gotibû; ancax qanûneke bingehîn a li ser esasên maf û azadiyên şexsî û civakiyî, dikare bi awayekî rasteqîne xwe bigihîne sazbarî û ewlahiya wesfa Komarê ya demokratîk, civakî, laîk û huqûqî.

Nûçeyê bixwîne

Rojnameger Omer Çelîk bi îşkenceyê binçav kirin

Rojnameger û Midûrê DÎHA ya hat girtin Omer Çelîk û Nûçegîhanê DÎHA ya hat girtin Metin Yoksu û rojnameger Tunca Ogreten di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Malbata Omer Çelîk diyar kir ku Tîmên Tevgera Taybet bi çekên lûledirêj bi ser malê de girtine û di serdegirtinê de îşkence û heqaret li Omer Çelîk kirine.

Nûçeyê bixwîne

Hevserokên HDP'a Silopıyayê hatin girtin

Hevserokên HDP'a Silopıyayê Aycan Azma û Alî Balin biîdeaya "endamên rêxistinê ne" hatin girtin.

Nûçeyê bixwîne

Ji girtiyên nexweş re azadi xwestin

Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 125'an de li Kolana Yuksele kom bûn û ji girtiyên nexweş re azadî xwest.

Nûçeyê bixwîne

Bav Taş: 16 mehin rayedar li ku ne?

Bavê leşker Seftar Taş ê DAÎŞ'ê ew şewitand û kuşt Aydin Taş, diyar kir ku kurê wî 16 mehin hatiye revandin û heta niha tu rayedarên dewletê pê eleqeder nebûye. Bav Taş, anî ziman ku ew ji bo kurê xwe gelek caran çû Enqereyê, lê tu encam negirt. Taş, da zanîn ku rayedaran her dem got "Em dê te agahdar bikin" û tu encam bi dest nexist.

Nûçeyê bixwîne

Parazvanên mafan di 'Rûniştina F' de azadiya Ahmet Turk xwestin

Parazvanê mafên mirovan di çalakiya "Rûniştina F" ya hefteya 248’an de ji bo Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku tedawiya wî tê astengkirin azadî xwestin.

Nûçeyê bixwîne

Li Geverê 7 kes hatin berdan

Li gundên Geverê 7 welatiyên duh ji aliyê leşkeran ve hatibûn binçavkirin hatin berdan.

Nûçeyê bixwîne

DBP- HDP: Tecrîdê rakin dest bi hevdîtinan bikin

Rêxistinên DBP û HDP'ê yên Rezan a Amedê têkildarî rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek hev par dan û xwestin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin û li şûna wê hevdîtin bê kirin. DBP û HDP'ê ji hikûmetê xwestin ku dest ji polîtîkayên Îttihat û Terakkiyê berdin.

Nûçeyê bixwîne

'Mujgan Ekin nişan dide ku tiştek nehatiye guhertin'

Dayikên Şemiyê di hefteya 613'an de aqûbeta windayan pirsîn. Birayê winda Îsmail Bahçecî Umut Bahçecî diyar kir ku windabûna Mujgan Ekîn nîşan dide ku ji salên 90'an heta niha tiştek nehatiye guhertin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 726 / 830