Rojane

Bîlgen: Banga hestiyariyê peyvira her kesî ye

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen têkildarî êrîşên dawî yên li dijî avahiyên HDP'ê yên bajar û navçeyan, li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Bîlgen diyar kir ku peyvira her kesî ewe ku banga hestiyar û sersar tev bigerin bikin.

Nûçeyê bixwîne

Ciwanên AK Partiyê li ser tora civakî gefa kuştinê xwarin

Baskên Ciwanên AK Partiyê li ser tora civakî ya bi navnîşana "AKP Gençlik Kolları’ gefa kuştinê li kurdan xwarin. Di tora civakî de nivîsên wekî "Divê gundên kurdan ên Anatolyaya Navîn bên şewitandin û Bakurê Kurdistanê bê bombekirin û gelê kurd ê Bakurê Kurdistanê bê îmhakirin" belav kirin.

Nûçeyê bixwîne

Rojnameger: Em şahidin û kefilên rojnamegeriya Kirkaya ne

Rojnameger û Nûnerê DÎHA ya hat girtin yê Enqereyê Kenan Kirkaya 6 roj berê hat binçavkirin û hêj di bin çavan de ye. Hat îdîakirin ku Kirkaya bi îxbara dê derkeve dervê welat hatiye binçavkirin. Rojnamegeran diyar kirin ku ew şahid û kefîlin ku Kirkaya rojnameger e û xwestin serbest bê berdan.

Nûçeyê bixwîne

Qeyûm tayînî Şaredariya Akdenizê kirin

Piştî hevşaredara Akdenîzê ya Mêrsînê hat binçavkirin, qeyûm tayînî şaredariya Akdenîzê kirin.

Nûçeyê bixwîne

‘Ger tiştek bê serê me berpirsyar hikûmet e’

Endamê HDP’a Eskîşehîrê Servet Erkan têkildarî êrîşên li dijî avahiya HDP’a Eskîşehîrê û êrîşên li dijî esnaf û welatiyên kurd ên li Eskîşehîrê dijîn pêk tê diyar kir ku êrîşek li dijî wan pêk bê berpirsiyar îktîdara AKP'ê ye.

Nûçeyê bixwîne

Piştî bûyera Qeyseriyê avahiyên HDP'ê bûn hedefa êrîşan

Li Qeyseriyê piştî li dijî otobusa leşkeran êrîşa bombeyî pêk hat, li gelek bajaran avahiyên HDP'ê bûn hedefa êrîşan. Di êrîşan de avahiyên HDP'ê zerar dîtin û li gelek bajaran endam û rêveberên HDP'ê hatin binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Li 21 gundên Amedê derketina derve hat qedexekirin

Li 21 gundên girêdayî Licê, Dara Hênê, Karazê û Farqînê bi hinceta operasyonên leşkerî derketina derve li welatiyan hat qedexekirin.

Nûçeyê bixwîne

‘Nêzîkatiyên polîtîk mirina dayik û zarokan zêde dike'

Sekretera Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) a Êlihê Cansû Çolak anî ziman ku, li Ewropayê rêjeya herî zêde ya mirina dayik û pitikan li Tirkiyeyê ye û got, sedema zêdebûna vê rêjeyê, polîtîkayên hikûmetê yên têkildarî temenê zewacê ne.

Nûçeyê bixwîne

Di pirtûka dersê de, pirsên balafir û tangên şerî!

Di pirtûka Fîzîkê ya Weşanên Bîreyê de pirsa pirsên balafirên şer û tangan bû sedema nîqaşan. Semîha Guler Demîr a ku dema kurê wê pirs çêdikirin hay jê bû, anî ziman ku ji xwe zarokên wan di pratîkê de şer dijîn û got, ew naxwazin zarokên wan ji bo şer xwe amade bikin.

Nûçeyê bixwîne

Ji îstismarkar, parêziyeke skandal

Li Wanê, cerdevanê bi navê T.G. yê du xwişkên hev ên berastengê zîhnî îstismar kir, derket holê ku xwişka wan î 19 salî ya berastenga zihnî jî îstîsmar kiriye. T.G. yê îstîsmara zayendî îtiraf kir, bi van gotinan parêziya xwe kir: "Ez ne bawerim zarok berastengê zîhnî bin."

Nûçeyê bixwîne

Rupel 740 / 830