Rojane

Li Cizîrê kes ji bo evînê dua nake

Yek ji wan cihwarê ku kesên êşa evînê dikêşin û li ser wan nezir û gazî dikin jî Tirba Mem û Zînê ye, lê hema bêje îsal tu kesî serdana wê nekiriye. Tirbeya ku berê, ji gelek deveran ji bo niyaz û mirazên evînê wargeh bû, niha tenê notirvanek lê heye.

Nûçeyê bixwîne

Di rêya Reqayê de, çîrokên nîvçemayî tên temamkirin

Di merheleya yekemîn a operasyona Reqayê ya ku çîrokên nîvçemayî temam dike de, zarokê yek salî Husên El Xidir ê jina hat azadkirin jî, di merheleya duyemîn de azad bû.

Nûçeyê bixwîne

Li Rihayê drama gewendeyên Helebê

Xezî Mehmut piştî ku hevjîn û keça xwe di şerê Helebê de winda kir, bi malbata xwe ya 9 kesî re derbasî Rihayê bû. Ji ber ku Xezî bi çanda gewendetiyê mezin bûye, naxwaze li kampan bi cih bibe. Ji bo vê jî heta niha dewletê tu alîkarî bi malbatê re nekiriye û her ku li cihekî bi cih dibin, ji aliyê zabiteyan ve tên derxistin.

Nûçeyê bixwîne

Di salvegera komkujiya Mereşê de, fikareya Terolarê

Serokê Şaxa Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdalê Salman Akdenîz têkildarî bîranîna 37'emîn salvegera Ko mkujiya Mereşê axivî. Akdenîz diyar kir ku, elewî ji kampa penaberan a hatiye temamkirin bi fikare ne û wiha got:"Li gel travmaya derûnî, tirs û fikareya komkujiya Mereşê, bicihkirina gelheyeke feraseta selefî ya hema bêje deh qatî zêdeyî gelheya herêmê ye, ne rewşeke masûmane ye."

Nûçeyê bixwîne

Yek ji wan navên remzî yên 19'ê Kanûnê Saçilik: Girtî heman rewşê dijîn

Yek ji wan navên remzî yên li girtîgehan Velî Saçilik wiha got:"Îro di serdema îktîdara AKP'ê de jî, girtî rastî heman rewşan tên."

Nûçeyê bixwîne

Der barê wekîla HDP'î Leyla Bîrlikê de bi daxwaza 37 sal cezayê girtîgehê doz hat vekirin

Der barê Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlikê de, ji ber beşdarbûyîna daxuyanî, meş û merasîmên cenazeyan ên li Şirnexê, heta 37 salan bi daxwaza cezayê girtîgehê doz hat vekirin. Bîrlîk a ku beşdarî cenazeyê Haci Lokman Bîrlik ê li Şirnexê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî li pêyî panzêrê hat kişandin bûye bi "Pesindayîna rêbaza çekdariyê ya rêxistinê û teşwîqkirina vê rêbazê" tê tawanbarkirin.

Nûçeyê bixwîne

Rewşa tenduristiya Ahmet Turk ber bi nebaşiyê ve diçe

Parêzerê Ahmet Turk, Erdal Kûzû diyar kir ku, Turk bi awayekî kelepçekirî tê tedawîkirin û wiha got: "Li gorî Protokola Stenbolê divê ku li odeyê tenê nexweş û bijîşk hebin. Lê Turk û hemû girtî, rastî tersê vê rewşê tên."

Nûçeyê bixwîne

Ji HDP'ê têkildarî êrîşan daxuyanî

HDP'ê têkildarî êrîşên li dijî avahiyên navçe û bajaran ên partiya wan daxuyanî da û wiha got:"Yên li dijî van êrîşan tevdîran nagirin, ew firsendê didin van provakasyonan."

Nûçeyê bixwîne

Li dijî avahiyên HDP'ê êrîş

Piştî êrîşa li dijî otobêsa leşkeran a Qeyseriyê, li gelek navendan li dijî avahiyên HDP'ê êrîş pêk hatin.

Nûçeyê bixwîne

Hat ragihandin ku Omer Guney ê li Parîsê 3 siyasetmedarên jin ên kurd qetil kir miriye

Hat ragihandin ku, Omer Guney ê di 9'ê çileya 2013'an de li Parîsê 3 siyasetmederan jin ên kurd qetil kir,, li girtîgeha li dima miriye. Nûçeya mirina Guney, ji aliyê malbatên Cansiz, Dogan û Şaylemezê yên beriya dozê hatin gel hev ve hat dayîn.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 741 / 830