Rojane

Mumcu: Dihat gotin ku tiştên bi ser rojnamegerên kurd hatine nayê serê Cumhuriyetê

Rojnameger Ozgur Mumcu ku bi SErokomarê Almanyayê Gauck re hevdîtin pêk anî bal kişand ser zexten li ser çapemenî û xwe îfadekirina azad û bi gotinên "Tiştên hatin serê rojnamegerên kurd dihizirîn ku dê bên serê çapemeniya sosyalîst. Digotin dê neyê serê Cumhuriyetê. Lê dibe" bal kişan ser kêmbûna piştevaniyê.

Nûçeyê bixwîne

Hevşaredaên Milazgirê hatin girtin

Hevşaredarên Milazgîrê Halîs Coşkun û Memnune Seylemez û Wekîlê DBP'ê yê Milazgîrê Maşallah Burhanli yên hatibûn binçavkirin hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.

Nûçeyê bixwîne

Li 6 gundên Farqînê qedexeya derketina derve

Piştî li Farqînê di pevçûnekê de ceredevanek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn li 6 gundan "qedexeya derketina derve" hat îlankirin.

Nûçeyê bixwîne

Li benda vegera Sûr a ku dibêjin 'hem paşeroj hem jî pêşeroja me ye'

Bi sedan malbatên ku li Sûrê avahiyên wan hatin xirakirin di salên 90'an de jî gundên wan hatibû xinakirin. Malbatên ku salekî bûn şahidê şer li bendê ne ku vegerin Sûr a ku dibêjin "hem paşeroj hem jî pêşeroja me ye".

Nûçeyê bixwîne

Di cînayeta Kazanhan de hincetên daxistina ceza: şertên herêmê, tehrîk, stres, kesayetî

Dadgeha ku li doza 4 polîs û tîmê taybet M.N.G. ên ku zarokê bi navê Nîhat Kazanhan li Cîzîrê qetilkirin dinêre, di 11'ê Mijdarê de biryara xwe ya ji bo encambûna darizandinê da û hinceta kêm kirina cezayê bersûcan jî wekî 'şertên herêmê, tehrîk, stres û kesayetiya polîsan' nîşan da.

Nûçeyê bixwîne

Penaber jî ji bereketa Hewagê sûdê werdigirin

Gelê Kobanê yê koçberî Hewagê bûn jî ji bereketa çandiniya Hewagê fêdê werdigirin. Piştî cotkarên Hewagê berên xwe berhev dikin, kobanî li zeviyan bi buhayeke kêm zebzeyan dikirin. Penaberê bi navê Îmam Umer diyar kir ku, li dikanan zebze buha ye, lê ew li zeviyan bi erzanî dikirin.

Nûçeyê bixwîne

Hêstirên li sînor hatin zevtkirin li Colemêrgê tên rawestandin

80 hêstirên ji aliyê leşkeran ve li gundên sînor ên Agirî û Wanê hatin zevtkirin, 45 roj berê wan anîn Colemêrgê û niha li benda firotinê ne.

Nûçeyê bixwîne

Li şaredariyê 'dorpêçkirina qeyûmê'

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya ku qeyûm tayînî wê hat kirin, hema bêje di bin dagirkeriya polîsan de ye. Hawirdorê avahiyê bi bariyeran hatiye girtin û li pêşiya wê wesayîtên zirxî tên rawestandin. Her wiha xebatkarên şaredariyê yên dikevin avahiyê jî ancax piştî lêgerînê dikarin têkevin avahiyê û navê wan yeko yeko tê qeydkirin.

Nûçeyê bixwîne

Kiryar diyar e, lê dosye 'Kiryar nediyar e'!

Li Mêrsînê di dema protestokirina ji bo qedexeyên derketina derve yên li bajarên kurda de, Sedat Baranê 21 salî bûbû hedefa guleyên polîsan û jiyana xwe ji dest dabû. Dosyeya Baran jî hilawistin nav yên "Biryara lêgerîna daîmî" yanî "Kiryar nediyar".

Nûçeyê bixwîne

'Mafê me yê parastinê bi zimanê dayikê tê astengkirin'

Li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê girtiyên siyasî dest nîşan kirin ku, li gel sererastkirina qanûnî jî mafê wan ê parastinê bi zimanê dayikê ji aliyê dadgehan ve tê astengkirin û di vî warî de banga hestiyariyê li raya giştî kirin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 792 / 830