Rojane

Nobeta Azadiyê di hefteya 28'an de berdewam kir

Nobeta Azadiyê ku ji bo rojnamegerên girtî û xebatkarên Rojnameya Ozgur Gundemê ya hat girtin dest pê kirine di hefteya 28’an de berdewam kir.

Nûçeyê bixwîne

Midûrê polisan ê bersûc nehat dozê

Midûrê Polîsan ê Pirsûsê yê berê Mehmet Yapalial ku bi sucdariya dema li Pirsûsê 33 kes hatin kuştin “Peyvira xwe xerab bikar aniye” tê darizandin beşdarî doza Pirsûsê nebû.

Nûçeyê bixwîne

Bersûcê doza Dînk: Min hewce nedît agahiya kuştinê bidim

Cîgirê Midûrê Şaxa C ya îstixbaratê Tamer Bulent Demîrel ku wekî bersûcê kuştina Rojnameger Hrand Dîng tê darizandin diyar kir ku wî pêdivî nedît ku agahiyê bide Serokê Daîreye Îstîxbaratê Sabrî Uzun ku dê Hrand Dîng bê kuştin.

Nûçeyê bixwîne

Rayeyên şaredariyên DBP'î yên Amedê hatin girtin

Walîtiya Amedê rayeyên şaredariyên Rezan, Bismil, Çinar, Pîran, Egîl, Erxeni, Hezro, Peyas, Karaz, Pasûr, Licê û Yenîşehîr ên DBP'î yên Amedê girt û bi destura qaymeqamtiyan ve girêda.

Nûçeyê bixwîne

Agbaba: Dema wekîl bên girtin Qanûna Bingehîn nayên guhertin

Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Veli Agbaba ku ji bo hin hevdîtin û lêkolînan hatin Amedê têkildarî amadekariyên Qanûna Bingehîn diyar kir ku ger wekîl bên girtin Qanûna Bingehîn nayê guhertin.

Nûçeyê bixwîne

'30 kes 8 roj in bêhiqûqî di bin çavan de ne'

Serokê ÎHD'ê ya Mêrdînê Prz. Erdal Kûzû diyar kir ku ev 8 roj e di nav wan de parêzer, hevşaredar, parazvanên mafên mîrovan û siyasetmedar jî hene 30 kes bi awayek bê hiqûqî di bin çavan de ne û wiha got: "Rewşa van kesan ji aliyê derûnî û fîzîkî ve di xetereyê de ye."

Nûçeyê bixwîne

Sarp Kuray hat berdan

Sarp Kuray ê ku yek ji kesên navdar ên nifşên 68'an e ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê hat berdan.

Nûçeyê bixwîne

Li Wanê 14 û li Edeneyê jî 4 kes hatin girtin

Li Wanê 14 kesên hatibûn binçavkirin, hatin girtin. Li Sêrtê jî polîsan bi ser Waregeha Xwendekaran a Esmerhanê de girtin û xwendekarê bi navê L.R.V. hat binçavkirin. Li Edeneyê jî ji 7 kesên hatin binçavkirin jê 4 kes hatin girtin.

Nûçeyê bixwîne

'Teqez emê hesabê kuştina Elçî bipirsin'

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê ku hat xwestin di salvegera qetilkiria xwe de li ber Mînareya Çarling bê biranîn bi hinceta qedexe heye destur nehat dayîn. Di bîranîna ku li ber bariyerên polîsan hat kirin de Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen got ku ew ê heta dawî xwedî li mîrateya Elçî derkevin. Li Îzmirê jî bernameya bîranînê hat lidarxistin.

Nûçeyê bixwîne

Malbatên ku zarokên xwe windakirin dixwazin wan kolanan bibînin

Li ser qedexeya navçeya Sûrê salek derbas bû, malbatên ku zarok û xizmên xwe windakirin li dijî qedexeyê îsyan dikin. Malbat dixwazin ax û kolanên ku zarokên wan bêhna xwe ya dawî dane bibînin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 793 / 830