Rojane

Bi 'delîlê sûc' derket dadgehê bereat kir

Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu cilên xwe yên ku wekî "delîlê sûc" hatibû nîşanda li xwe kir û di danişîna yekemîn de bereat kir.

Nûçeyê bixwîne

'Girtina derabeyan çalakiyekî demokratîk e'

Esnafên Amedê li hemberî gefên Serokomar Erdogan ên cezakirina esnafên ku derabeyên xwe digirin nerazîbûn nîşandan û diyar kirin ku tê xwestin hemû civak bê bêdengkirin lê ew wekî esnaf bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin.

Nûçeyê bixwîne

Rojnameger Şermîn Soydan hat berdan

Nûçegihana DÎHA’yê ya bi biryarnameya KHK’ê hat girtin, Şemîn Soydan bi hinceta operasyonên li Geverê yên li dijî rayagiştî ragihandiye û bi “cezayê heta hetayê” dihant darizandin hat berdan.

Nûçeyê bixwîne

Rusya mandalinê Tirkiye paşve vegerand

Saziya Parastina Mezêxer û Tendirustiya Mirovan a Rûsyayê (Rospotrebnadzor) 49 ton mendeliyên Tirkiyeyê vegerandin.

Nûçeyê bixwîne

Riya qeyûm bi deriyê hesin girtin

Riya qeyûmê ku tayînî şaredariya Diyandînê hat kirin bi deriyê hesin hat girtin.

Nûçeyê bixwîne

Girtiyên lêgerîna tazî qebûl nekirin hatin derbkirin

Li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê 4 girtiyên ku lêgerîna tazî qebûl nekirin hatin derbkirin.

Nûçeyê bixwîne

Di salekî de 5 hezar û 530 kes hatin girtin

Di operasyonên ku li dijî HDP û DBP'ê pêk hatin de di nava selekî de nêzî 15 hezar siyasetmedar hatin binçavkirin û ji wan herî kêm 5 hezar û 530 kes hatin girtin. Hevserokên partiyan jî hatin girtin û ew avêtin hucreyan, bîlanço pêkanînên di dema operasyonê KCK'ê de tîne hişê mirovan.

Nûçeyê bixwîne

IHS: DAIŞê heta niha 71 caran çekên kimyewî bikar anî

Rapora ku ji aliyê Saziya Lêkolînê ya IHSê ve ku navenda wê li Amerîkayê ye hate amadekirin, rêxistina DAIŞê ji sala 2014an heta niha 71 caran çekên kimyewî li Iraqê û Sûriyeyê bikar anîne.

Nûçeyê bixwîne

Hiqûqnasê Qanûna Bingehîn Aydin: Li Tirkiyê rêveberiya awarte ya sivîl heye

Pisporê Hiqûqa Qanûna Bingehîn Doç. Dr. Oyku Didem Aydin, diyar kir ku Tirkiye di vê pêvajoyê de ne di sînorê OHAL'ê de di sînorê "Halê Rêveberiya Awarte" re derbas dibe. Aydin, anî ziman şertên OHAL'ê niqaşên Makeqanûnê rewşek tirsnak e û wiha got: "Ger ku hûn hatibin halê OHAL'ê divê hûn qanûnên xwe li gorî Nîzama Hiqûqa Mafên Mirovan a Ewropa di ber çavan re derbas bikin. Serokomar Erdogan dixwaze ku di bin zextan de bêje "Min kir û çû". Lê ev yek wisa dirêj derbas nabe.

Nûçeyê bixwîne

Patronê Kana Madenê kurê Korkut Eken derket

Di hezeza Kana Madenê ya Xizxêrê ya Sêrtê de 16 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Derket holê ku patronê Kana Koma Cinerê, kurê Korkut Eken Guray Eken e. Parêzer Can Atalay, anî ziman ku ew baş dizanin ku malbata Eken li vê axê gelek tişt kirine û niha jî di bin karê bazirganiyê de heman tiştan dikin."

Nûçeyê bixwîne

Rupel 804 / 830