Rojane

Şahid got 'ez nas nakim' lê dadger 16 sal ceza da

Kesê bi navê Î.T. ê ku di doza Hevserokê SES'ê yê Agiriyê Recep Altindag û endamê sendîkayê Mehmet Saît Dogan de hate guhdarkirin di îfadeya xwe de ji bo Altindag got "ez nas nakim" û ji bo Dogan jî "wekî ku min dîtiye" jî dadger bi tevahî 16 sal û 3 meh ceza da.

Nûçeyê bixwîne

Atalan: Gelê Kurd bi girtin û kuştinê paşve gav navêje

Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Atalan diyar kir ku, AKP dixwaze bi girtin û binçavkirinan têk biçe, lê çiwa li Kobaniyê gelê kurd DAÎŞ'ê gav bi gav têk biriye, wê li Bakûr jî gelê kurd AKP'ê gav bi gav têk bibe û wiha got: "Bi dehan bigrin, wê bi dehan werin şûna wan, bi dehan bikujin, wê bi dehan werin şûna wan. Bi girtin û kuştinan gelê kurd tu caran paş ve gav nehavêtiye, navêje jî."

Nûçeyê bixwîne

'Xeyalên zarokan şikandin'

Derûnas Neval Guzel anî ziman ku, dema zarokên di çarçoveya Kampanyaya Nepoxên Sor de li Qesra Kongreya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê ya MHP’î stranên kurdî gotin û ji ser dikên hatin daxistin, ev tevgerîn li zarokan şikestina xeyalî peyda kiriye û wiha got: “Nêvenga li wir hem ji bo me hem jî ji bo zarokan hesteke bêtalih bû.”

Nûçeyê bixwîne

Li girtîgehan polîtîkaya ‘tevlîhev bike’ di dewrê de ye

Parêzer Tûgay Bek diyar kir ku, piştî 12’ê îlonê 36 sal şûn de, bi hewldana derbeya 15’ê Tîrmehê re li girtîgehan sepandina “tevlîhev bike” dubare ketiye rojevê û got, li Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê girtiyên PKK, rêxistinên çepgir û yên DAIŞ û FETO’yê li heman korîdoran hatine bicihkirin.

Nûçeyê bixwîne

Li Şirnexa di bin êrîşa tang û topan de 13 roj

Malbata Tunç a ku di qedexeya Şirnexê de 13 rojan bajar neterikandin, ji bo ku xwe ji êrîşên top û hewanan biparêze çend lihêf û nivîn bikaranîne. Kesekî din ku di qedexeyê de li mala xwe maye bûye şahidê helîkopterên ku gaz avêtine taxa Dîcleyê û înfazkirina 5 ciwanên bê çek.

Nûçeyê bixwîne

Ji bo OSO’yê korîdoreke nû: Ji Sêvê ber bi Hawar Kilîsê

Ji bo komên OSO’yê yên li hawirdora Babê tengijîne û Tirkiye nikara piştgiriya hewayî bike hat diyarkirin ku piştevaniya lojîstîk û leşkerî ji gundê Sêvê yê Kilîsê di ser gundê Hawar Kilîsê yê Şehbayê de pêk tê.

Nûçeyê bixwîne

Gefa 'hûn ê li vir hêza dewletê bibînin' li girtiyan dikin

Alîkara Sekretera Giştî ya ÎHD’ê Necla Şengul, têkildarî zextên li ser girtî û girtîgehan tên meşandin diyar kir ku girtî rastî gotinên wekî "Dewlet çi bibêje hûn ê bikin", "Hûn ê li gorî rê û rêbazên dewletê tevbigerin" û "Hûn ê hêza dewletê bibînin" tên.

Nûçeyê bixwîne

‘Min laşê wê yê bûyî xwelî ji serkapa wê nas kir’

Birayê Hediye Ataman a ku li Erdîşê bi saxî hat şewitandin Harun Polatcanli kêliyên teşhîskirina cenazeyê xwişka xwe vegotin û wiha got: “Li ser laşê xwişka min a bûyî xwelî parçeyek serkapa wê ya ku beriya mehan dihat bîra min hebû, şewitî bû û me bi wê parçeya serkapê cenazeyê xwişka xwe girt.”

Nûçeyê bixwîne

Xebatkarên şaredariyan ên hatine îxraçkirin bi pirani yên DBP’î ne

Bi biryaranameya KHK’ê ku di çarçoveya OHAL’ê de hatiye derxistin, beriya niha qeyûm tayînî şaredariyên DBP’ê hatibûn kirin û bi giştî 748 xebatkarên şaredariyê ji peywirê hatin îxraçkirin. Di nava kesên li Amed û Mêrdînê ji kar hatine dûrsitine de cigirên hevşaredar û midûrên daîreyan jî hene.

Nûçeyê bixwîne

Eryilmaz: Ez li nirxên rojnamegeriyê xwedî derketim

Rojnameger Tugrul Eryilmaz ku ji ber beşdarî "Nobeta Gerînendeya Giştî" ya Rojnameya Ozgur Gundemê bû doz lê vebû, diyar kir ku ji ber nirxên rojnamegeriyê yên gerdûnî parast îro tê darizandin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 805 / 830