Rojane

Her gava xwendekaran sûc tê hesibandin

Li Hatayê di operasyona 25’ê Gulanê de 12 xwendekar hatin binçavkirin û hemû çalakî, şahî û daxuyaniyên wan ên di saka 2011’an li bajar pêk anîne wekî sûc hatin hesibandin.

Nûçeyê bixwîne

Danişîna yekemîn a der barê kuştina Surmî Înce de sibê ye

Dê yekemîn danişîna doza Surmî Înce ya ku li Geverê di gulebarana leşkeran de jiyana xwe ji dest da, di 8'ê Hezîranê de bê dîtin. Her wiha dê kurê Surmî Înce, parêzeriya dozê bike.

Nûçeyê bixwîne

Leşker: Me lêda, qeza çêbû
Dozger: Îhtimal e ku PKK'yiyan berdabe

Der barê lêpirsîna gulebarankirina mînîbusa rêwiyan ku dema ji Licê ber bi navenda bajar ve diçû de biryara "neşopandinê" hat dayîn. Dozger, îdîa kir ku dibe PKK'yiyan gule berda be, lê belê leşkerê li ser wesayîtê jî wiha gotibû: "Bêhemdî çek teqiya. Tiştek ji destê min nedihat."

Nûçeyê bixwîne

'Mebest tunekirina dîroka jinê ye'

Jinan diyar kir ku bi KHK û fermanên qeyûman girtina saziyên jinan û rawestandina fealiyetên wan, bi xwe re îstsmarên zayendî zêde kirine. Jinan got ku bi vê yekê tê xwestin ku dîroka jinê bê tunekirin.

Nûçeyê bixwîne

Girtiyê ku girtîgehê ew nexweş kir niha di ûnîteya giran de ye

Girtiyê bi navê Giyasettin Sevmiş, ku li Girtîgeha Jimare 4 a Şakranê tê ragirtin ji ber ku nexweşîna wî dijwar bû rakirin nexweşxaneyê. Niha Sevmiş li ûnîteya giran tê ragirtin û rapora wî ya "Nikare di girtîgehê debimîne" heye.

Nûçeyê bixwîne

Fermandarê QSD'ê Reqa: Ya girîng tunekirina feraseta DAIŞ'ê ye

Ji fermandarên QSD'ê Clara Reqa wiha got: "Ji bo me ya bingehîn ne azadkirina erdnîgariyê bû. Ya bingehîn tunekirina feraseta ku DAÎŞ pêşengiya wê dike ye."

Nûçeyê bixwîne

Heba êşbirînê dan girtiyê ji xwe ve çû û ew şandin girtîgehê!

Girtiyê bi navê Tamer Yilmaz ku li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê tê ragirtin, ji ber li ser hişê xwe diçe, kevir di gurçikên wî de hene û laşê wî diwerime çû nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê heba êşê danê û ew şandin girtîgehê. Hevjîna Yilmaz Leyla Yilmaz, anî ziman ku hevjînê wê nikare di girtîgehê de bimîne.

Nûçeyê bixwîne

Fermandar gef li gundiyan xwar: Heke hûn biçin zozanan ez ê gundê we bişewtînim

Li Giyadînê qereqol gefan li welatiyên ku amadekariyên çûyîna zozanan dikin dixwe. Li gel gefa fermandarê qereqolê ya "Ez ê we biqelihînim, hela derkevin bê çi tînim serê we" jî, ji gundê Darikê Nazim Peker berê xwe da zozana Qendîlê û wiha got: "Nexweşîna zereyê li heywanên me peyde bû, telef bûn. Heke dikuje jî bila bikuje."

Nûçeyê bixwîne

Li colemêrgê pevçûn: Leşkerek mir, 18 leşker birîndar bûn

Li Colemêrgê di encama êrîşeke roketiyî û qelibîna wesayîta leşkerî de, leşkerek mir û 18 leşker jî birînda bûn.

Nûçeyê bixwîne

Li Mêrdînê 5 kes hatın berdan

Di doza Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya ku 8 jê girtî 46 kes pê dihatin darizandin de, 5 kes hatin berdan.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 242 / 830