Rojane

Rojnameger Ertaş û Guzupek hatin berdan

Rojnameger Zekeriya Guzupek û Mehmet Alî Ertaş ên 7 roj in di bin çavan de ne piştî îfadeya dozgeriyê hatin berdan. Ertaş got ku rojnamgerî ne sûc e ew rojnamger in.

Nûçeyê bixwîne

Li cadeya Yukselê dîsa mudaxale

Polîsan li cadeya Yukselê careke din mudaxaleyî girseya ku xwest piştgiriyê bidin Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça kirin.

Nûçeyê bixwîne

Yilmazer: Cînayeta Hrant Dînk Engîn Dînç û cendirme plan kir

Alî Fuat Yilmazer ê ji ber cînayeta Hrant Dînk girtîye diyar kir ku Serokê Daîreya îstixbaratê Engîn Dînç cendirme bi hevre plan kirine û wiha axivî: "Cînayet bi awayekî sîtematîk hat plankirin."

Nûçeyê bixwîne

Rojnameger Guzupek û Ertaş derxistin dozgeriyê

Li ser binçavkirina Serokê Lijneya Rêveber e DÎHA'yê Zekeriya Guzupek û edîtorê beşa kurdî Mehmet Alî Ertaş ligel ku hefteyek derbas bû û îfadeya wan a li midûryeta polîsan hat girtin. Herdu rojnameger sewqî dozgeriyê hatin kirin.

Nûçeyê bixwîne

Gelê Cizîrê: Me hilbijart divê vegere Meclîsê

Gelê Cizîrê bertek nîşanî derxistina Parlamenterê Şirnexê Faysal Sariyildiz a ji hemwelatiyê dan û wiha gotin: “Me Sariyildiz hilbijart. Ger dê gotinên me bi pejirînin ji bo Sariyildiz vegere Meclîsê divê îktîdar dawî li zextên xwe bîne.”

Nûçeyê bixwîne

Doza Yuksekdag hat taloqkirin

Doza Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a bi hinceta heqaret li Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu kiriye hatibû vekirin hat dîtin.

Nûçeyê bixwîne

Qedexe 10 gundan rabû li 18 gundan hat îlankirin

Li 10 gund û gundikên navçeya Pasûrê qedexeya derketina derve ya hatibû îlankirin bi biryara Walîtiya Amedê ve hat rakirin, li 18 gundên navçeya Licê jî bi hinceta operasyonê qedexe hat îlankirin.

Nûçeyê bixwîne

Gelê Wanê: Biryar tê wateya kesên deng dane jî ji hemwelatiyê tên derxistin

Gelê Wanê bertek nîşanî derxistina 103 kesên ku parlanenter jî di nav de ne ji hemwelatîbûna Tirkiyeyê dan û wiha gotin: “Parlamenter vîna me ne. Derxistina wan a ji hemwelatîbûnê tê wateya derxistina hemû kesên dengd dayîne wan.”

Nûçeyê bixwîne

Cezayê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Yuksek hat erêkirin

Dadgeha Edliyeyê Herêmê ya Dîlokê cezaya ku dadgeha herêmî der barê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek de dabû ya 8 sel û 9 meh erê kir. Parêzer dê li Dadgeha Bilind îtiraz bikin.

Nûçeyê bixwîne

10 meh ceza li Aydogan hat birîn

Di doza parlamentera HDP'ê Nursel Aydogan a ku parlamenteriya wê hate xistin li Mêrsînê hat dîtin de bi hinceta beşdarî merasîma bîranînê ya 3 siyasetmedarên jin ên li Parîsê hatin qetilkirin bûye 10 meh ceza hat dayîn.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 243 / 830