Rojane

'Ji bo astengkirina îstismara zarokan divê komên perwerdeker bên avakirin'

Parêzer Mert Evrenkaya, diyar kir ku ji bo astengkirina îstismar û îhmalkariya zarokan divê ekîbeke ku ji bijîşk, hemşîre, pisporên xizmeta civakiyî û şêwirmendê derûnî pêk tên bê avakirin û wiha got: "Bi sererastkirinên zagonî re, divê Peymana Mafên Zarokan bi awayekî çalak bê sepandin."

Nûçeyê bixwîne

Nexweşê KOAH'ê yê 66 salî: Her diçe rewşa min xerabtir dibe

Nexweşê KOAH'ê Şemsettîn Kalkan ê 66 salî ku li Girtîgeha Kurkçulerê tê ragirtin, diyar kir ku şert û mercên girtîgehê nexweşîna wî dijwartir dikin. Kalkan, anî ziman ku nexweşxaneya zanîngehê rapora "Nikare di girtîgehê de bimîne" û Saziya Tiba Edlî jî rapora "dikare li girtîgehê bimîne" dane wî. Kalkan got ku her diçe rewşa wî xerabtir dibe.

Nûçeyê bixwîne

'Derxistina ji hemwelatîbûnê' dema 12'ê Îlonê jî derbas kir

Yek ji sepandinên demên darbeyan jî "derxistina jihemwelatîbûnê" ye û niha ev sepandin ji nû ve ketiye rojevê. Li gorî daneyên fermî, di 10 salên dawî de 17 hezar kes ji mafê xwe yê hemwelatîbûyînê bûn û 12 hezar sûriyeyî jî wek hevwelatî hatin qebûlkirin. Di 12'ê Îlonê de 14 hezar kes ji hemwelatîbûnê hatibûn derxistin.

Nûçeyê bixwîne

Rêveberê HDP'î hat girtin

Rêveberê HDP'a Bajêr a Rihayê Mehmet Binici bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hat girtin.

Nûçeyê bixwîne

Bersûcek bûyera Aladagê hat tehliyekirin

Li navçeya Aladagê li wargeha keçan a girêdayî cemata Suleymaniyan şewat derketibû û 11 jê xwendekar 12 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 22 kes j3i birîndar bûbûn. Ji vê buyerê 7 bersûc ji ber ku bi qusir bûn dihatin darizandin. Bersûc Ramazan Dede hat tahliyekirin.

Nûçeyê bixwîne

Li Agiriyê 6 kes hatin binçavkirin

Li Zêdkana Agiriyê 6 kesên ku 5 ji wan rêveberên HDP’ê ne hatin binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Zavayê Bulent Arinç hat binçavkirin

Zavayê Bulent Arinç, Ekrem Yeter di çarçoveya lêpirsîna cemaetê de hat binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Sariyildiz bersiv da biryara ji hemwelatîbûnê derxistinê: Em şaş neman

Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Sariyildiz têkildarî hewldana ji derxistina hemwelatîbûna Tirkiyê axivî û got: “Bi temamî hiqûq ji holê hatiye rakirin. Hemû sazî bi fermana Erdogan dixebitin û hatine xespkirin. Helbet em bi biryarek wisa ku ji aliyê desthilatdariyê ve hat dayîn matmayî neman.”

Nûçeyê bixwîne

Li Rihayê li dijî DBP’ê operasyon: 9 kes hatin binçavkirin

Li Xelfetî û Pirsûrê 9 kesên di nava wan de rêveberên DBP’ê û endamên meclîsa şaredariyê jî hene hatin binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Serokê TMMOB’ê Korkmaz: Îktîdar ji ber çavsoriya xwe welat talan dike

Bi boneya Roja Hawirdorê ya Cîhanê Serokê TMMOB’ê Emîn Korkmaz daxuyaniyek da û diyar kir ku ligel qanûna mafê di hawirdorek bi denge û tendirûst de jiyînê ya di qanûna bingehîn û navneteweyî de jî îktîdar ji ber çavsoriya xwe qanûna bingehîn nasnake û welat talan dike.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 245 / 830