Rojane

Li Dara Hênê amadekariya operasyonê: Li 40 gundan qedexe hat îlankirin

Li 30 gund û taxên navçeya Dara Hênê ya Çewlîgê, di çarçoveya amadekariya operasyona leşkerî de “qedexeya derketina derve” hat îlankirin.

Nûçeyê bixwîne

Çar welatên Ereb têkiliyên xwe bi Qeterê re qutkirin

Erebîstana Siûdî, Bahreyn, Misir û Îmarata ji ber “piştgiriya bi terorê re” têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Qeterê re qut kirin.

Nûçeyê bixwîne

Ji ber kurdî axivîn hatin derpkirin û piştre rastî cezaya hucreyê hatin

Li Girtîgeha Ewle ya Hejmar 2 ya Xarpêtê 3 girtiyên piştî hevdîtina telefonê di korîdora girtîgehê de bi hevalên xwe re kurdî axivîn ji aliyê gardiyanan ve hatin derpkirin. Rêveberiya girtîgehê jî ji her girtiyekê re 15 roj cezaya hucreyê da.

Nûçeyê bixwîne

Zehmetiya salekê bû sedema îflasê

Li Hatayê ji ber projeya bihorka jêr û Qada Bajêr a Defneyê ya şaredariya mezin û navçeya Defneyê ku saleke neqediyaye, esnaf hatin asta îflasê. Esnafan diyar kir ku ji ber înşatê karên wan kêmtir bûye û gelek dikan hatine girtin.

Nûçeyê bixwîne

Rojnameger Çelebî: Trump û Putin dê li ser Reqqa û Deyra Zorê pev biçin

Rojnameger Mehmet AlÎ Çelebî destnîşan kir ku bi şerê li Rojhila Navîn rêveberiyên dewletan careke din diguherin û li ser Reqqa û Deyra Zorê ev nirxandin kir: "DAIŞ ji bo hêza xwe biparêze dê li ser hêza xwe ya Deyra Zorê bisekine.Trump û Putin dê li ser Reqqa û Deyra Zorê pev biçin."

Nûçeyê bixwîne

Prof. Dr. Terzî: Dibe ku pevçûnên bi penaberan re mezin bibin

Berdevkê Komeleya Pira Gelan Prof. Dr. Cem Terzî, diyar kir ku ger pirsgirêka 4 milyon penaberên li Tirkiyeyê neyê çareserkirin, pevçûnên bi gelê herêmê re dijî bi mezinbûnê re rû bi rû ye û wiha got: “Divê ji penaberên ji Sûriyeyê hatine ‘mafê penabertiyê bê nasîn’ piştre jî riya ‘hemwelatiyê’ ji wan re bê vekirin.”

Nûçeyê bixwîne

Li 10 gundên Pasûrê qedexeya derketina kolanan

Li 10 gundên girêdayî navçeya Pasûrê qedexeya derketina kolanan hat îlankirin.

Nûçeyê bixwîne

Mehmet Ayvalitaş hat bibîranîn

Mehmet Ayvalitaş ê ku di Berxwedana Geziyê de jiyana xwe ji dest dabû li taxa 1 Mayisê ya Umraniyê li cihê ku hate kuştin hat bibîranîn

Nûçeyê bixwîne

Nexweşê pençeşêrê Baymiş, li benda rapora ATK’ê ye

Girtiyê nexweş Nîhat Baymiş ê li Girtîgeha Şakranê bi nexweşiya pençeşêrê ket û ji 9’ê Gulanê ve li tedaviya kemoterapi dibîne li benda bersiba Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê ye.

Nûçeyê bixwîne

Îdîr çû ser sindoqê: Li ser hilbijêran zexta ‘bikaranîna dengê vekirî’

Gelê Îdîrê ji bo hilbijartina 11 endamên Meclîsa Giştî ya Bajar ên hatine feskirin çûn ser sindoqê. Hat diyarkirin ku li ser sindoqan leşker û cerdevan gef li welatiyan dixwin, dengê vekirî tê bikaranîn û HDP’î ji dibistanan hatine durxistin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 247 / 830