Rojane

Xizmên windayan siyasetmedarên kurd bi bîranîn

Xizmên Wandayan û ÎHD’a Amed û Îzmîrê, di çalakiya vê hefteyê de çîroka siyasetmedarên kurd ên di 2'yê Hezîrana 1994'an de ji Otela Yeşil Çinarê hatin revandin û di 3'yê hezîranê de hatin kuştin Savaş Buldan, Haci Karay û Adnan Yildirim û Kenan Bîlgîn ê di 12’yê Îlona 1994’an de li Enqereyê di bin çavan de hat windakirin vegotin.

Nûçeyê bixwîne

Li Edeneyê li dijî xirakirna Sûrê banga têkoşînê

Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Edeneyê û HDK’ê li dijî xirakirina Sûrê banga têkoşînê kir.

Nûçeyê bixwîne

Karsazên kurd hatin bibîranîn

Karsazên kurd Savaş buldan, Haci Karay û Adnan Yildinim ên ku beriya 23 salan hatin qetilkirin li ser gorên xwe hatin bibîranîn.

Nûçeyê bixwîne

Şîna 64 salan: Bila zilma li dijî bav heta kur berdewam kiriye bi dawî bibe

Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de ji bo Mele Şehmus Oncu yê di 1953'an de li qada gund hate înfazkirin û kurê wî Mehmet Siddik Oncu yê di 1993'an de li heman gundî hate binçavkirin û kuştin edalet xwestin û wiha gotin: "Şîna malbata Oncu ya 64 salan kurteya zilma li ser vî axê ye. Êdî bila zilma ku ji bar heta kur berdewam kiriye bi dawî bibe."

Nûçeyê bixwîne

Komên 'Mertalên Firatê' dest bi xeracê jî kirin

Komên "Mertalên Firatê" jibilî kuştina sivîlan û îşkenceyê rêbazên koçberkirina gelê ereb, xesp, gefa teslîmkirina îstixbarata Tirkiyeyê û xeracê jî bi kar tînin.

Nûçeyê bixwîne

Îdiaya windahiyên operasyona Oremarê tê veşartin

Operasyona ku li herêma Çarçela ya Oremara Geverê hate destpêkirin di roja 79'emîn de didome. Hate hînbûn ku operasyon di navbera gundên Mate, Talanê, Şawitê û girê Gezreyê didome û welatiyên herêmê diyar kirin ku di encama şer de gelek leşkeran jiyana xwe ji dest dane lê ev tê veşartin.

Nûçeyê bixwîne

Jin di hawirdora şer de îhtîmala aştiyê nîqaş dikin

Komeleya Jinan a Demîr Leblebî, 4’emîn Civîna Maseya Gilover a ku têde di hawirdora şerde îhtîmala aştiyê nîqaş dikin li Amedê pêk anî.

Nûçeyê bixwîne

Xebatkarên rojnameya BirGun hatin berdan

Xwediyê Îmtiyazê yê BirGunê Îbrahîm Aydin û Midûrê Karên Nivîsa yê berê Berkant Gultekîn, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Nûçeyê bixwîne

Girtiyên li Girtîgeha Dîlokê: Em bi zextên sîstematîk re rû bi rû ne

Girtiyê bi navê Muhammet Bazencîr ê ji Girtîgeha Amedê sewqî Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê hat kirin diyar kir ku rêveberiya girtîgehê binpêkirinên mafan û zextên sîstematîn li ser wan dide meşandin.

Nûçeyê bixwîne

Li Hatayê aramî nema!

Li Hatay a ku ji bo aştî, aramî, bihevre jiyanê û xweşbîniyê wekî mînak dihat nîşandan bi şerê Sûriyeyê ve êdî ew roj nemane. Ermen, cihû û xiristiyanên dawî yên mane yek bi yek bajar diterikînin û îbadeta xwe jî êdî di bin parastina polîsan de dikin, mal û milkên xwe erzan difiroşin û diçin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 249 / 830