Rojane

Di ketina gund de mewzî tên kolan

Li Amedê operasyona bi 10 hezar polîs, leşker û cerdevanan hatiye destpêkirin didome. Li gundên herêma ku beriya niha “qedexeya derketina derve” hatin rakirin destûr nayê dayîn ku gundî ji malên xwe derkevin, di detina gundan de mewzî têb kolan û bejahiya tê bomberkirin.

Nûçeyê bixwîne

Bendava Azadî hat rizgarkirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Bendava Azadî bi temamî ji DAIŞ`ê rizgar kirin.

Nûçeyê bixwîne

Li ser Komkujiya 5'ê Hezîranê du sal derbas bûn: Îro jî be em ê dîsa herin

Di ser êrîşa bombeyî ya li dijî mîtînga HDP'ê ya 5'ê Hezîrana 2015'an 2 sal derbas bûn. Lê bi qasî serê derziyê jî di dozê de pêşketinek tune ye. Welatiyên di êrîşê de birîndar bûn, dan zanîn ku ew ji bo daxwaza aştiyê li qada Îstasyonê bûn, heke HDP ji bo mîtînga aştiyê careke din bang bike, ew ê dîsa beşdarî mîtîngê bibin.

Nûçeyê bixwîne

Li gorî dewletê qetlîamkareki Enqereyê dijî

Xwekuj Yunus Emre Alagoz, ku komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê pêk anî, li gorî qeydên gelheyê hîn jî dijî. Her wiha navê xwekujê duyemîn Omer Denîz Dundar jî, hîn di nav lîsteya "terorîstên li wan tên gerîn" de ya Wezareta Karên Navxweyî de cih digire. Li gorî raporên Tiba Edlî her du nav jî, wekî xwekujên Enqereyê hatibûn daxuyandin.

Nûçeyê bixwîne

Parêzer Atalay: Hikûmet Sûra ku di serê xwe de sêwirandiye ava dike

Parêzer Can Atalay, diyar kir ku tiştên ku li Tarlabaşi û Sûlûkûlêe yên Stenbolê qewimîn, tê xwestin ku hîn girantirên wê li Sûrê bên qewimandin û bi vî awayî mirovên li wir jî tên cezakirin. Atalay, got ku hikûmet Sûra di serê xwe de sêwirandiye ava dike.

Nûçeyê bixwîne

Tîmên 'Hançer' û 'Bayrak'ê dîsa li ser kar in

Tîmên "Hançer" û "Bayrak"ê ku di salên 90'î de li Şirnex û navçeyên wê daxilî gelek cinayetên kiryar nediyar bûbûn û hatibûn darizandin, niha dîsa li ser kar in.

Nûçeyê bixwîne

40 sal in bênasname ye: Miroveke bêcih û war im

Li Îdirê Şemsiye Koca ya 80 salî, 40 sal in bê nasname dijî. Ji ber temenê wê yê zêde gelek pirsgirêkên tenduristiyê dijî û ji ber ku nasnameya wê tune ye, sûdê ji xizmetên tenduristiyê wernagire. Koca anî ziman ku rayedaran jê re wiha gotiye: "Tu extiyar î. Piştî vê saetê tu yê çi bikî ji nasnameyê. Biçe li mala xwe rûnê."

Nûçeyê bixwîne

YPG: Çend roj şûnde dê operasyona Reqayê dest pê bike

YPG, daxuyand ku dê operasyona ji bo wergirtina navenda Reqayê çend roj şûnde dest pê bike.

Nûçeyê bixwîne

Xwendekarên strana kurdî gotin hain binçavkirin

Li Gebzeyê 3 xwendekarên zanîngehê ji ber strana kurdî gotin hatin binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Rûniştina F: Bila Baymiş ê nexweşê pençeşêrê ye bê berdan

Komîsyona Girtigeha a ÎHD'ê ya Îzmirê, di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Nîhat Baymiş û xwest serbest bê berdan.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 248 / 830