Rojane

Li Qilabanê 2 kes hatin girtin

Di serdegirtina malan a Qilabanê de 2 welatiyên hatibûn binçavkirin hatin girtin.

Nûçeyê bixwîne

Hezer: Ditirsin ji ber ku dizanin dê winda bikin

Parlementera HDP’ê ya Wanê Tugba Hezar Ozturk têkildarî hewldana ji derxistina hemwelatîbûna Tirkiyê axivî û wiha got: “Biryara mijara gotinê berdewamiya polîtîkaya tasfiyekirina HDP’ê ye. Ew li dijî rastî û gel mehkûmî windakirinê ne. Ji ber vê yekê bihêrs dibin û ditirsin.”

Nûçeyê bixwîne

Li Dersimê 7 kes hatin binçavkirin

Di serdegirtina malan ên li Hozat û Pertekê de 7 kesên di nava wan de Hevseroka HDP’ê ya Hozatê Canan Alsan jî heye hatin binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

QSD: Ji bo Rizgarkirina Reqyaê Cenga Mezin dest pê kir

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk, bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew îro mizgîngiya Şerê Mezin ê ji bo rizgarkirina bajarê Reqayê didin. Fermandariye da zanîn ku hêzên wan bi moral û amadekariyeke xurt ji bo vî şerî amade ne.

Nûçeyê bixwîne

Di doza Qetlîama Enqereyê de biryara tazmînatê ya mînak

6’emîn Dadgeha Îdarî ya Enqereyê biryar da ku ji hevjîn, zarok û birayê Hasan Baykara yê di Qetlîama Enqereyê de jiyana xwe ji dest daye 500 hezar TL tazminata manewî bê dayîn. Parêzerên dozê yên biryar kêm dîtin diyar kirin ku ew ê daxwaza xwe ya tazmînata madî bidomînin.

Nûçeyê bixwîne

Hefteyek derbas bû lê hê jî îfadeya 2 rojnamegeran nehat girtin

Li ser binçavkirina Serokê Lijneya Rêveber e DÎHA'yê Zekeriya Guzupek û edîtorê beşa kurdî Mehmet Alî Ertaş ligel ku hefteyek derbas bû jî îfadeya wan nehatiye girtin.

Nûçeyê bixwîne

Santrala betonê li ber wan hate çêkirin

Li Edeneyê welatiyên ku li 20 malên li ber wan santrala betonê hatiye çêkirin bi gotina "em nikarin bêhnê bigirin" nerazîbûna xwe nîşandan û xwestin santral bê rakirin.

Nûçeyê bixwîne

Parêzerê Ocalan Sarica: Asta dawî ya tecrîdê tê pêkanîn

Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica, diyar kir ku tecr3ida ku ji sala 2015'an ve tê pêk anîn tê wateya bi saxî veşartin û wiha got: "Ev jî halê herî hovane yê îşkencê ye. Asta polîtîkayên bi demê re kuştinê ye."

Nûçeyê bixwîne

Emniyetê xwest, yûrdê ew avêt

Bi hinceta tevlî bîranîna Roboskiyê û pîrozbahiya Newrozê bûne, muduriyeta polîsan dosye ji yûrdê re şand û derbarê xwendekaran de lêpirsîn hat destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de xwendekarek ji yûrdê hat avêtin û bursa xwendekarekî hat birîn. Xwendekarê Fakulteya Huqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê Lokman Emen, diyar kir ku li ser daxwaza midûriyeta polîsan yûrdê ew avêtiye.

Nûçeyê bixwîne

Der barê Rojnameger Turfent de 22 sal û nîv cezayê girtîgehê hat xwestin

Derbarê nûçegihanê DÎHA'yê ya bi KHK'ê hat girtin Nedim Turfent ku 13 meh in girtî ye de, bi daxwaza 22 sal û nîv cezayê girtîgehê îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de, Turfent ji ber fealiyetên xwe yên rojnamgeriyê tê tawanbarkirin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 244 / 830