Rojane

Ji bo doza Berkin Elvan banga tevlêbûnê

Piştevaniya Taksimê ji bo rûniştina doza Berkîn Elvan a di 6'ê Nîsana 2017'an de bê dîtin civîna çapemeniyê pêk anîn û banga tevlêbûna dozê kirin.

Nûçeyê bixwîne

Dosyaya Demîrtaş şandin Enqereyê

Dosyaya ku der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de hatiye vekirin û li 8'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê tê dîtin heta 142 salan ceza tê xwestin ji aliyê Dadgeha Bilind ve bi hinceta "ewlehiyê" neqlî Enqereyê hat kirin.

Nûçeyê bixwîne

8 nûçegihanên AA’yê hatin binçavkirin

Di çarçoveya lêpirsîna bernameya ByLock a ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatiye destpêkirin de 8 nûçegihanên Ajansa Anadoluyê hatin binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Dr. Fatîh Surenkok: Zû greva birçîbûnê bikin rojeva sereke

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê di roja 43’an de berdewam dike. Hevserokê Şaxa SES'ê Dr. Fatih Sürenkok, anî ziman ku ev mirovên ketine grevê ji bo hestiyarî û hişyariyekê çêkin ketine grevê û wiha got: "Divê em jî ji bo wan rojevek lezgîn ava bikin. Niha girtî di rewşek krîtîk dene. Divê teqez TÎHV, ÎHD, TTB û TBB’ê heyetekê ava bikin û biçin bi Wezareta Dadê û Midûrê Giştî yê Girtîgehan re hevditin bike.

Nûçeyê bixwîne

Ayla Akat: Daraz bûye amûr

Berdevka Kongreya Jinên Azad (KJA) ya bi KHK'ê hat girtin Ayla Akat Ata ya girtî tê darizandin, li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê bi riya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştina 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sêrtê bû. Akat, parastin kir û diyar kir ku her kestiyek û xwediyekî wî heye û her kes dixwaze bigêje hestiyên xwe. Akat, da zanîn ku daraz bûye amûr.

Nûçeyê bixwîne

Ji rewşenbîr û nivîskaran ji bo bijarteyên girtî bangawazî: Em qebûl nakin û dixwazin

Rewşenbîr, nivîskar, hiqûqnasên ku di nav de Îsmaîl Beşîkçî, Tarik Ziya Ekîncî, Nasrîn Nas û Hasan Cemal jî hene ji bo piştgiriya siyasetmedarên girtî bi ser navê "Em qebûl nakin û dixwazin" metnek hate weşandin û hate xwestin ku hevserok, parlamenter, şaredarên û hemû siyasetmedarên girtî bên berdan û vegerin li ser karên xwe.

Nûçeyê bixwîne

Nûçegihana Şûjinê Nişmiye Guler hat binçavkirin

Nûçegihana Gazete Şûjin a li Wanê nûçe dişopand hate binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Rojnamegerê hat berdan dîsa hat binçavkirin

Rojnameger û xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê yên bi KHK'e hatin girtin Hakan Ergun, duh ji girtîgehê hat berdan û dîsa hat binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Şêwirmendê Meral Akşener hat binvakirin

Şêwirmendê yek ji muxalifên MHP'ê Meral Akşener ê hiqûqî nurî Polat di çarçoveya operasyona “Cemaeta Gulen” de hat binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Saziyên Îzmirê ji bo Şakranê rojekê ketin grevê

Rêxistina DBP'ê ya Îzmirê bi armanca piştgiriyê bide çalakiya girtiyên Girtigeha Şakranê ku 43 rojin di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dene ji bo rojekê ketin greva birçîbûnê.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 449 / 830