Rojane

Hevşaredarên Payîzavayê hatin binçavkirin

Li Wanê 12 kesên ku di nava wan Hevşaredarên Payîzavayê Yildiz Çetîn û Zekî Yildiz ên ku qeyûm tayînî cihê wan hatine kirin jî hene hatin binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

îdîaya zaroka 17 salî intîhar kir

Hat idîakirin ku li navçeya Elbaka Wanê zaroka 17 salî Bilnaz Yalvaç întîhar kir. Cenazeyê Yalvaç ji bo otopsiye birin Wanê.

Nûçeyê bixwîne

DAÎŞ bi 8-10 hezar TL meaş ciwanan dixapîne

Bavê ciwanê 20 salî A. piştî kurê wî tev li DAÎŞ'ê bû reviya, serpêhatiyên kurê xwe û rêbaza rêxistinbûna DAÎŞ'ê vegot. A. diyar kir ku DAÎŞ xwe li bajaran wekî xwendekaran nîşan didin û piştî bi ciwanan re dikeve diyalogê bi gotina "Em dê 8-10 hezar tl meaş bidin" ciwanan dikin endamên xwe.

Nûçeyê bixwîne

Li Edeneyê êrîş: 1 jê zarok 5 kes mirin

Li gundekê Kozanê kesên nasnameya wan ne diyar bi çekan bi ser malekê de girtin û di êrîşê de yek jê zarok 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Nûçeyê bixwîne

Li gundiyan cerdevantî tê ferzkirin!

Fermandariya Qereqola Cendermeyan a Gundikê Melê hewl dide şêniyên gundê Nerexê bi zorê bike cerdevan. Welatiyên gund ên cerdevantî qebûl nekirin, dest nîşan kirin ku leşkeran gefa "Hûn nebin cerdevan em ê kanên we yên komirê bigirin" xwarine.

Nûçeyê bixwîne

Waliyê 'Amûrên spî' belavkiribûn, niha beşdarî kampanyayên 'Erê' dibe!

Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman, dema Waliyê Dersimê bû di hilbijartinên herêmî de amûrên spî belav kiribûn û ji ber vê cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Tê îdiakirin ku niha heman walî li Mêrdînê tevlî xebatên "Erê" bûye.

Nûçeyê bixwîne

Ji bo girtiyan kampanyaya 'Tu jî nameyekê binivîse' dan destpêkirin

Ekîba Hatiye Dîtîn (Gorulmuştur) ya ku balê dikêşe ser rewşa girtiyên siyasî û yên nexweş, kampanyaya "Tu jî Navnîşanekê Bigire, Tu jî Nameyekê Binivîsîne" da destpêkirin.

Nûçeyê bixwîne

OHP: Rewşa çalakvanên grevê xerab e lê bi biryar in

Hevberdevkê Platforma Hiqûqnasên Azad Prz. Serhat Çakmak, li Girtîgeha Tîpa F a Edîrmeyê girtiyên çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger ziyaret kir. Çakmak, anî ziman ku tenduristiya girtiyan her ku diçe xerab dibe, lê di têkoşînê de bi biryar in. Çakmak, anî ziman ku girtî dixwazin cemawerî û parazvanên mafên mirovan hestiyar tev bigerin.

Nûçeyê bixwîne

Hevrêyên Yildizbakan: Tu carî serî netewand

Hevrêyên girtî Mehmet Yildizbakan ku roja bihata berdan ji ber nexweşiyê li girîgehê jiyana xwe ji dest da, diyar kirin ku Yildizbakan tu carî serî netewand. Hevalê Yildizbakan Turan Suzen, diyar kir ku li gel tevî malbatê girtî bûn jî dest ji têkoşînê berneda û wiha got: "Birayê Mehmet tu carî serî netewand. Her dem serbilind bû. Her dem bi rûmeta xwe jiya."

Nûçeyê bixwîne

Ji ber polîtîkaya Sûriyeyê ya Hikûmetê dibêjin 'Na'

Li Hatayê, şerê 6 sal e li Sûriyeyê didome û geşedanên li Rojavayê, tercîha referandûmê ya bajêr diyar dike. Der barê referandûmê de, qenaet û tercîha gelê Hatayê bi piranî "Na" ye.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 451 / 830