Rojane

Cenazeyê Murat Gungormuş hate definkirin

Cenazeyê Murat Gungormuş ê ku li Dersimê di operasyonê de jiyana xwe ji dest da hate definkirin.

Nûçeyê bixwîne

Elewî: Guhertinên qanûna bingehîn me înkar dike

Saziyên Elewî yên ku helwesta xwe ya ji bo referandumê “Na” nîşandan diyar kirin ku qanûna bingehîn a 1980’ê elewî tune hesiband û ev qanûn jî wan înkar dike.

Nûçeyê bixwîne

Xezeba Firatê rêya Reqqa-Tebqa xistin kontrolê

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê li herêmê operasyonên rizgarkirin û azadkirina herême berdewam dikin. Niha jî rêya di navbera Reqqa û Tebqayê de kontrol kirin.

Nûçeyê bixwîne

Bavê Mirazê 8 mehî: Ev çawa edalet e?

Bavê zarokê 8 mehî Miraz ê tevî dayika wî Gulistan Diken Akbaba girtî ye Cengiz Zaza Akbaba, diyar kir ku niha kurê wî yê 8 mehî girtî ye û nikarin wî hembêz bikin. Akbaba, anî ziman ku bi hinceta ewlehiya neteweyi zerarê dibîne destûr nadin zarokê xwe hembêz bike û wiha got: "Ev çawa edalet e? Vî zarokî çi kiriye û çend cînayet kirine?"

Nûçeyê bixwîne

Li Girtîgeha Mêrdînê 40 girtiyên din dest bi grevê kirin

Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê piştî ku 8 girtiyên di greva birçîbûnê de bûn hatin sirgunkirin 40 girtiyên din çalakî dewr girtin.

Nûçeyê bixwîne

Li Dersimê tevgera helîkopteran

Gelek helîkopterên ji navenda Dersimê rabûn ber bi Geliyê Munzurê ve firiyan.

Nûçeyê bixwîne

Li ser kurdan vê carê jî dê şerê referandumê bê îlankirin!

Hİkûmeta ku beriya hilbijartinên demên borî xedexeya derketina kolanan îlan kir û li dijî bajarên kurdan êrîş da destpêkirin beriya referandumê jî planeke dişibe vê amade kir û tê gotin ku dê pêla duyemîn a êrîşan dê bide destpêkirin.

Nûçeyê bixwîne

Hamdiye Turk a 14 salin li ber deriyên girîgehan e: Em serî natewînin

Hevsera Ferhan Turk Hamdiye Turk ku hevserê wê Ferhan Turk piştî darbeya 1980'an di 28'ê Adara 81'an de hat girtin û piştî wê 7 carên din hat girtin û berdan, 36 sal şûnde dîsa ji doza KCK'ê hat girtin û niha rastî 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat. Hamdiye Turk, diyar kir ku emrê wê li ber deriyê girtîgehan derbas bû, lê ew tu carî li dijî vê zilmê serî natewînin.

Nûçeyê bixwîne

Birayên li Tabqayê: Werin em axa xwe azad bikin

Du birayên Tabqayî yên di nava hêzên QSD’ê de li Bendava Tabqayê pêşde diçin diyar kirin ku QSD hêza yekane ya ku axên Sûriyeyê diparêze û wiha gotim: “Pratîka wan li holê ye. Em bang li ciwanên Ereb dikin werin em bi hev re axa xwe azad bikin.”

Nûçeyê bixwîne

Ji Zanîngeha Wanê 3 akademîsyenên din hatin durxistin

Li Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê 3 akademîsyenên din ên ku “Danezana Aştiyê” îmze kirine ji kar hatin durxistin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 450 / 830