Rojane

Ji kolandina nepen gelo defîne derket?

Hat diyarkirin ku, vedana nepen a li Tarsûsê bi dawî bûye, lê hat îdiakirin ku, li herêmê bi nirxê 350 milyon dolarî cewahir û zêrên aîdî serdema Romaya Antîk hatine derxistin û şandine derveyî welat.

Nûçeyê bixwîne

Ji bo azadiya baweriyan 'Na'

Saziyên Elewiyan ên Edeneyê diyar kirin ku, ew ji bo azadiya baweriyan dibêjin "Na".

Nûçeyê bixwîne

‘Pêşnûmeya Qanûna Bingehîn li dijî Peymana Medineyê ye'

Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat Abdulhakim Daş, diyar kir ku ev pêşûneya tê amaedkirin xizmeta çareseriya pirsgirêka kurd û demokrasiyê nake û ji ber vê yekê ew dibêjin "Na". Serokê DİAY-DER'ê Ekrem Baran jî anî ziman ku ev pêşnûma li dijî Peymana Medineyê ye û xwest peyman li gorî Peymana Medineyê bê amadekirin.

Nûçeyê bixwîne

Ji bo Xerabê Bava heya serê sibê nobet

Heyeta ku destûr nayê dayîn biçin gundê Xerabê Bava heya serê sibê ligel sermaya zêde nobet girtin.

Nûçeyê bixwîne

Parlementer Baluken hat girtin

Parlementerê HDP'ê yê Amedê İdris Baluken ê li Enqereyê dema ji nexweşxaneyê derket hat binçavkirin û bi riya SEGBÎS'ê îfade da 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, hat girtin. Baluken têkildarî dubare girtina xw eya piştî 22 rojan wiha got: "Di warê huqûqî de nikarim tarîf bikim."

Nûçeyê bixwîne

5 meh cezayê girtîgehê li Demirtaş hat birîn

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş di rûnitina doza xwe ya li Bazîda Agiriyê wiha got: "Doza îro dozeke emsal e. Ji bo berdevkê hikûmetê yê dibêje HDP'a dumahîka rêxistina terorî ye, ev biryar dê bi emsalgirtinê bê darizandin."

Nûçeyê bixwîne

Ceza dan Komeleya Kurdistan û girtin

Dadgeha Cezayên Giran a Amedê Komeleya Karsaz û Pîşesazên Kurdistanê ji ber navê “Kurdistan” ceza kir û der barê komeleyê de biryara girtinê da. Serokê Komeleyê Abdulbaki Karadeniz jî bi 10 meh cezayên girtîgehê ceza kirin.

Nûçeyê bixwîne

18 girtî hatin sewqkirin

Li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê 18 girtî sewqî girtîgehêr Rîze û Gumuşhaneyê hatin kirin.

Nûçeyê bixwîne

Însiyatîfa Zimanê Kurdî: Em ê ji bo ziman û nirxên xwe bêjin ‘Na’

Endamê Însiyatîfa Lêkolîn û Pêşvebirina Ziman û Çanda Kurdî, Halîl Taş got ku ew ê zimanê xwe bikin bingeha stûna jiyana xwe û wiha got: “Di hemû qadên jiyanê de em bi zimanê xwe biaxivin. Em her tim xwe bispêrin çanda xwe û nirxên xwe. Em ê tifaqa xwe bikin yek û di referanduma 16’ê Nîsanê de bibêjin ‘Na.’ Dê ev rojên reş û rojên dijwar derbas bibin. Dê zordarî û faşizm têk biçe, azadî bi ser bikeve.”

Nûçeyê bixwîne

Li Stenbolê 4 kes hatin girtin

Li Stenbolê ji siyasetmedarên ku hatin binçavkirin ji 4 kes hatin girtin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 561 / 830