Rojane

3 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Pîranê di serdegirtinên malan de 3 kes hatin binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Parêzeran xwest lêpirsîna şewata Aladagê bê berfirehkirin

Komîsyona Mafê Zarokan a Baroya Edeneyê xwest ku facîaya li wargeha keçan a Aladagê pêk hat û 12 kesan jiyana xwe ji dest da bêberfirehkirin.

Nûçeyê bixwîne

Di doza Alî Îsmail Korkmaz de biryara nû

1'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind, der barê doza kuştina Alî Îsmaîl Korkmaz ê di berxwedana Parka Gezî ya li Eskîşehirê de hat kuştin, cezayê bersûc Ebubekir Harlar û Huseyin Engin hindik dît û dosya paşve şand.

Nûçeyê bixwîne

Leşkerekî din li Babê mir

Di operasyona Babê de leşkerekî din mir.

Nûçeyê bixwîne

Şirnex xera kir lê ji FETO tê darizandin

Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê pêwistî bi darizandin û cezakirina fermandar û generalên ku wekîlên AKP'ê gotin "Şirnex xera kirin" û piştre ji doza “FETO” hatin girtin, nedît û biryara bê şopandinê da. General û fermandarên Şirnex xera kirin, niha ji doza "FETO" tên darizandin.

Nûçeyê bixwîne

Sunî û elewî jî dibêjin ‘Na’

Oldarê Sunî Îbrahîm Yuce diyar kir ku di referandumê de tercîha wan aliyê rastiyê ye, ew ê li pişt kesên bindest û mazlum bin. Pîrê Elewî Hasan Kilavuz jî da zanîn ku vî welatî gelek ji qesr û siltanan kişandiye û divê siltan û padîşah venegerin.

Nûçeyê bixwîne

Cotkarên Cizîrê: Ji bo carek din gundê me ne yê şewitandin "Na"

Cotkarên Cizîrê diyar kirin ku ew ê di referandûmê dê bibêjin "Na" û cotkaran gotin ku ji bo carek din gundê wan neyê şewitanin û li welatê wan qetlîam çênebin ew ê bibêjin "Na."

Nûçeyê bixwîne

'Ya hunerê diafirîne ne dîwarên kevirî ne'

Navenda Çand û Hunerê ya Hemama Hadrayê ya bi piştî qeyûm tayînî Şaredariya Akdenîzê hat kirin û hat girtin, hunermendên li navendê dixebitîn mala xwe ya hunerê ava kirin. Yek ji avakarên civatê Ferhad Nas, anî ziman ku yê hunerê diafirîne ne dîwarên kevirî ne û got, huner guh nade tu astengiyan.

Nûçeyê bixwîne

Qîrîna ji Xerabê Bava: Hevjînê min tazî kirin û îşkence lê kirin

Şêniyê Xerabê Bava F.A., anî ziman ku li gundê wan hevjînê wê şevekê şût û tazî li hewşa malê hatiye rawestandin û rastî îşkenceyê hatiye. F.A. da zanîn ku piştî hevjînê wê rakirin nexweşxaneyê agahiyê ji hevjînê xwe nagire.

Nûçeyê bixwîne

Şopdarên Welat dibin ava jînê ya Kurdî

Rojnameya Welat a di 1992'yan de dest bi weşana xwe kir û di warê hînbûna kurdî de bi mîsyona dibsitanekê tevdigeriya û peywrewên wê her tim rastî pêkûtî û çewisandinan hatin. Herî dawî jî yek ji peywrewên Welatê, Rojnameya Azadiya Welat bi KHK'yê hat girtin û edîtorên rojnameyê anîn ziman ku, ew ê li gel hemû pêkûtî û çewisandinên îktîdarê jî vê kevneşopiyê bidomînin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 563 / 830