Rojane

Îdrîs Baluken hat binçavkirin

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Baluken ku der barê wî de biryara girtinê hat dayîn, di derketina nexweşxaneyê de hat binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Çalakiya jinên girtî encam girt

Jinên girtî yên li Girtîgeha Jinan a Tarsusê li dijîn binpêkirinên mafan li girtîgehê çalaki dabûn destpêkirin û çalakiya wan bi encam bû. Rêveberiya girtîgehê paşde gav avêt û daxwazên girtiyan qebûl kirin.

Nûçeyê bixwîne

Heyet dîsa astengkirin: Li Xerabê Bava dûkêl bilind dibin

Heyeta ku duh xwest biçin li Gundê Xerabê Bava lêkolîn bikin û rastî astengiyêhat, îro dîsa hat astengkirin. Hat zanîn ku li gund dûkêl bilind dibin.

Nûçeyê bixwîne

'Zextên li ser zimanê kurdî salên 90'î paş xwede hiştiye’

Rêxisitnên Amedê ku polîtîkayên hikûmetê yên salek û nîve didin meşandin ji bo zimanê kurdî wekî “salek reş bû” nirxandin wiha gotin: “Dewlet ji salên 1990’î paşdetir çûye, ev nîşan dide ku polîtîkayêm înkar û asîmîlasyonê berdewam dike.”

Nûçeyê bixwîne

Belavkarên rojnameyê ji girtîgehê derketin

Belavkarên rojnameya Azadiya Welat a bi KHK'ê ve hat girtin, ên di girtîgehê de bûn Ferît Toprak û Arap Turan duh êvarê hatin berdan

Nûçeyê bixwîne

Doza Ozgur Gundemê taloq kirin

Doza rojnamegerên ku ji ber beşdarî "Nobeta Piştevaniyê ya Gerînendeya Weşana Giştî" ya Rojnameya Ozgur Gundemê bûn doz li wan hat vekirin, hat dîtin. Doz ji bo bersûcên beşdarî dozê nebûne beşdar bibin hat taloqkirin.

Nûçeyê bixwîne

Gundiyên di bin çavan de: Li qada gund bi saetan îşkence hat kirin

Parêzer Hasan Ozgen ê bi welatiyên ji Xerabê Bava hatin binçavkirin re hevdîtin pêk anî diyar kir ku gundiyan gotine li qada gund 3-4 saetan îşkence li wan hatiye kirin, malên wan hatine gulebarankirin û şewitandin.

Nûçeyê bixwîne

Gundiyên Xerabê Bava walîtî derewandin: Duh şevê 2 kes hatin kuştin

Welatiyên gundê Xerabê Bava yên di bin dorpêçê de ne daxuyaniya walîtiyê ya "Hiqûq li ber çavan tê girtin" û "alîkarî tê dayîn" rast nîne û pêkûtî berdewam dike. Gundiyekî got ku duh bi şevê 2 kes hatine kuştin û kesek jî birîndar bûye.

Nûçeyê bixwîne

Dadgehê biryara berdewama girtina wekîla HDP'ê Konca da

Rûniştina Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Besime Konca li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê hat dîtin. Heyeta dadgehê ji ber tercûman nekarîbû tam wergerê bike doz taloq kir û biryara berdewama girtina Konca da.

Nûçeyê bixwîne

'Gelo em vedigerin pêvajoya valakirina gundan?'

Rêveberê ÎHD'ê ya Îzmîrê Ahmet Çîçek diyar kir ku têkîldarî bûyerên gundê Xerabê Bava îdiayên cidî hene û pirsa "Di salên 90'an de 3 hezar gund hatin şewitandan û xirakirin, gelo em vedigerin wî pêvajoyê" kir.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 562 / 830