Rojane

Xwişk û birayê Ocalan: Em ji rewşa Ocalan bi fikar in

Xwişk û birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Fatma û Mehmet Ocalan, bal kişandin tecrida li ser Ocalan û pêkanînên li Îmraliyê û diyar kirin ku ew ji rewşa Ocalan bi fikar in. Mehmet Ocalan fikarên xwe wina anî ziman: "Em nizanin birayê min dijî an najî. Divê demildest deriyên Îmraliyê vebin. Ji ber ku mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye."

Nûçeyê bixwîne

Kurê Hevserokê Kantona Cizîrê li Reqqa şer dike

Kurê Hevserokê Kantona Cizîrê Ebdulkerim Saruxan Kendal Qamişlo, li Reqqa di operasyona "Cenga Mezin" de şer dike. Kendal Qamişlo, diyar kir ku ev şoreşa gelan e û wiha got: "Ne girîng e em serok, wezîr û rayedar bin. Her kes wek hev in."

Nûçeyê bixwîne

Nivîskar Yegin: Tirkiye firsenda dîrokî revand

Nivîskar û rojnameger Metîn Yegîn biryara FARC’ê ku di 1'ê Îlonê de tev li pêvajoya siyasê bibe nirxand û wiha got: "Ger ku îro Dewleta Komara Tirkiye pêvajoya çareseriyê domandibûya, dê di nava welatên Rojhilata Navîn de welatê herî zêde bi hêz bûya. Lê hikûmetê ev firsend ji destan revand.

Nûçeyê bixwîne

'Me Cizîr ji bîr nekir em edalete dixwazin'

Malbatên ji Roboskê, Cizîr, Sîlopya derketin rê û hatin di Nobeta Wîcdan û Edaletê de wekîlên HDP'e ziyaret kirin, diyar kirin ku ew ji bo Cizîr Sîlopî û Roboskê edalete dixwazin û wan Cizîr ji bîr nekiriye. Hevsera Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç Zeynep Tunç, diyar kir ku heta ew edaletê bi dest bixin tê têbikoşin.

Nûçeyê bixwîne

Kemalbay a li karkeran guhdar kir: Em dê bi rêxistinbûnê ablukayê bişkînin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, karkerên çandiniyê li Edeneyê ziyaret kir û diyar kir ku ew dê ablukaya li dora edaletê hatiye pêçan bi rêxistinbûnê bişkînin.

Nûçeyê bixwîne

'Mudaxaleya bi zorê cinayet e '

Çalakiya greva birçibûnê ya Nuriye Gulmen û Semih Ozakça di roja 144'an de berdewam dike. Ji ber ku bi zorê Gulmen û Ozakça rakirin nexweşxaneyê û xwestin mudaxaleya tibbi bikin komekê li Stenbolê çalakî pêk anî û mudaxaleya tibbî ya bi zorê şermezar kirin. Komê diyar kirin ku mudaxaleya tibbî ya bi zorê cînayet e.

Nûçeyê bixwîne

4 gundên Şemzinanê qedexe kirin

Li 4 gundên Şemzînanê qedexeya derketina kolanan hat ilan kirin.

Nûçeyê bixwîne

Baroya Amedê bertek nişanî astengiya ziyaretên nobetê da

Baroya Amedê bertek nîşanî astengiya Walîtiyê ya ziyareta Nobeta Wîcdan û Edaletê da. Rêveberiya Baroyê diyar kir ku ji bo ziyareta çalakiyek demokratîk jî neçarî muzakereyan dihêlin û ev nayê qebûl kirin.

Nûçeyê bixwîne

DAÎŞ'ê li Reqqa maşîna bombeyî teqand û 4 zarok kuştin

Komên DAIŞ`ê bi erebeyeke bombebarkirî, êrîşe sivîlên ku ji aliyê QSD`ê ve dihatin rizgarkirin, kir. Di êrîşê de 4 zarok û 2 şervanên QSD'ê jiyana xwe ji dest dan.

Nûçeyê bixwîne

DAÎŞ'ê rojnamegerê Rusî kuşt

DAÎŞ'ê li Humsê nûçegîhanê televizyona Rusya Today (RT) Xalîd El Xatip kuşt.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 74 / 830