Rojane

Dîsa bi ceryan û avê gefan li Sûrê dixwin!

Li rûxandina malên li taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên Sûrê didome. Hat diyarkirin ku dê roja duşemê ceryan û ava welatiyên ku malê xwe neterikandine bê qutkirin.

Nûçeyê bixwîne

‘Divê hemû kesên xwedî wijdan piştevaniya nobetê bikin'

Dayikên Aştiyê ku ji bo piştevaniyê serdana "Nobeta Wijdan û Edaletê" kirin, gotin ku divê hemû kesên xwedî wijdan û doza edaletê dikin piştevaniya nobetê bikin.

Nûçeyê bixwîne

Kuçuk: Sedema lehiyê betonkirin e

Endamê Desteya Rêveberiya TMMOB'ê Cemalettin Kuçuk, anî ziman ku ne rast e ku lehiya ku piştî barana li Stenbolê rabû wek "felaketeke xwezayî" bê fêmkirin û wiha got: "Sedema herî mezin a lehiyê betonkirin û nebirêvebirina bajêr e."

Nûçeyê bixwîne

Gulmen û Ozakça rakirin nexweşxaneyê

Roja berê li ser daxwaza DMME'yê Nuriye Gulmen û Semih Ozakça biribûn Desteya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Numûne ya Enqereyê û der barê wan de rapor hatibû wergirtin. Hat hînbûn ku rapora Desteya Tenduristiyê hincet hatiye nîşandan û Gulmen û Ozakça neqlî nexweşxaneyê kirine. Tê texmînkirin ku ev neqlkirin bi darê zorê hatiye kirin.

Nûçeyê bixwîne

Xebatkarê Ozgurlukçu Demokrasi Serkan Erdogan hat girtin

Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Serkan Erdogan bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hat girtin. Erdogan şandin Girtigeha Tarsusê

Nûçeyê bixwîne

‘Bila girtiyê nexweş Ozbey teqez bê berdan'

Şaxa ÎHD'ê ya Îzimê, xwest girtiyê nexweş Resul Ozbey ê di 2'e Tebaxê de rûniştina doza wî bê dîtin bê şert û merc serbest bê berdan.

Nûçeyê bixwîne

Çalakgerên TV10'ê: Çalakiya Wîcdan û Edaletê pir girîng e

Xebatkarên TV10’ê di hefteyae 43'emîn de çalakiya li Qada Galatasarayê berdewam kirin û xwestin televîzyona wan bê vekirin. Bernamevanê TV 10 Velî Haydar Guleç, diyar kir ku çalakiya HDP’ê ya Nobeta Wîcdan û Edaletê pir girîng e.

Nûçeyê bixwîne

‘Bila Tuncer Bakirhan bê berdan'

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê di hefteya 279’an de çalakiya "Rûniştina F berdewam kirin. Komîsyonê di vê hefteyê de xwest Tuncer Bakırhan serbest bê berdan.

Nûçeyê bixwîne

Destur nedan ji bo Gulmen û Ozakça daxuyanî bidin

Çalakiya kedkaran a "Em karê xwe paşve dixwazin" li Kolana Yukselê di roja 263'an de berdewam kir. Kedkarên xwestin li kolanê daxuyaniyê bidin rastî astengiya polîsan hat. Polîsan destûr neda daxuyaniyê bidin.

Nûçeyê bixwîne

Dayikên Şemiyê: Sucdar bên cezakirin dê êş derman bibin

Dayikên Şemiyê, vê hefteyê ji bo Suleyman Cihan ê di sala 1981’an de hat binçavkirin û piştî 85 roj şûnde cenazeyê wî li gora bêkesan hat dîtin edalet xwestin. Dayikan diyar kirin ku 3 ruyên dewletê hene û wiha gotin: "Ger ku yên sûc kirine bên darizandin û cezakirin wê demê êşên me dê sivık bibin. Ger ku dewlet ji dayikan lêborînê bixwaze dê êş sivik bibin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 76 / 830