Leşkerekî leşkerê din kuşt
Li navçeya Çelê ya Colemêrgê, di dewirkirina nobetê de leşkerekî leşkerê din kuşt. Hat zanîn ku leşkerê hat kuştin bi pere leşkerî dikir û ji Kutahya ye.
Nûçeyê bixwîneLi navçeya Çelê ya Colemêrgê, di dewirkirina nobetê de leşkerekî leşkerê din kuşt. Hat zanîn ku leşkerê hat kuştin bi pere leşkerî dikir û ji Kutahya ye.
Nûçeyê bixwîneParêzera Nuriye Gulmen û Semih Ozakça yên şevê din bi zorê ew rakirin nexweşxaneyê diyar kir ku Gulmen bi çarçefa doşekê û Ozakça jî bi qayişe rakirine nexweşxaneyê. Prz. Ebrû Tîmtîk, anî ziman ku bi lêdanê û zorê ew rakirine nexweşxaneyê.
Nûçeyê bixwîneRêxistina HDP'ê piştî Amedê Nobeta Wîcdan û Edaletê di 1'ê Tebaxê de li Parka Yogurtçu ya Kadikoyê dê berdewam bikin. Beriya nobeta li Stenbolê KESK, TMMOB û ÎTO piştgiriya xwe ya nobete anîn ziman û xwestin yên tev li meşa edaletê bûn tev li nobeta wîcdan û edaletê jî bibin. Sendîka û odeyan bang li her kesî kir û diyar kirin ku rêya aştiya civakî di edaletê re derbas dibe.
Nûçeyê bixwîneBerdevkê HDP'ê Osman Baydemîr, bang li rayedarên ku xistina cumbuşê ya qada nobetê kirin krîz kir û wiha got: "Gelo ji ber hûn ji tembûra Demîrtaş ditirsin hûn ji cumbuşê jî ditirsin?"
Nûçeyê bixwîneLi Kocaeliyê kamyona barê xîzê li dolmişa karkeran qeliband û 10 karkerên di dolmîşê de birîndar kirin.
Nûçeyê bixwîneXebatkarên Rojnameya Cumhuriyetê yên 9 mehan girtî man û hatin berdan diyar kirin ku rojnamegerî ne sûc e û yên Rojnamegeriyê suc dibînin nikarin demokrasiyê bînin Tirkiye. Parêzerê Rojnameya Cumhuriyetê Bulent Utku, diyar kir ku tenê sûcê hevalên wan xebatên rojnamegeriyê ye. Rojnameger Hakan Kara jî anî ziman ku rojnamegerî ne sûc e û yên rojnamegeriyê sûc dibînin nikarin demokrasiyê bînin Tirkiye yê.
Nûçeyê bixwîneHunermendan ji bo Nobeta Wîcdan û Edaletê ya li Stenbolê di 1'yekê texabê de li Parka Yogurtçu pêk bê banga tevlêbûnê kirin.
Nûçeyê bixwîneNobeta Wicdan û Edaletê ku wekîlên HDP’ê li Parka Ekîn Ceren dabû destpêkirin di roja 6'an de berdewam dike.
Nûçeyê bixwîneGirdiyên serdema darbeya 1980'an li dijî daxwaza yek tîp cilên girtîgehê bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ev feraset nayê qebûlkirin. Mexdûrên darbeya 80'î xwest her kes bi yek ruhî û yek fikrê li dijî van pêkanînan di ber xwe bide.
Nûçeyê bixwîneNiştecihên civaka êzidî yên gundê Xarabya ku di sala 1987’an de ji ber êrîşên hin suniyan û leşkerên tirk gundê xwe hêlan, piştî 30 salan şûnde dubare dizîvirin ser warê xwe. Welatiyên gundê Xarabya bang li gelê Şengalê ku dixwazin herin Ewropayê kirin û wiha gotin: “Li Ewropayê madiyat hebû, lê çanda me winda bû. Eger Şengal vale bibe dê Êzîdî winda bibin.”
Nûçeyê bixwîne