Rojane

Dadgehê şarapnelê ji laşê wî derket 'delîl' nîşan da

Dadger 3 jê girtî li 11 zarokên li Sûrê asê mabûn, bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" bi giştî 36 sal û 8 meh û 20 roj cezayê girtîgehê birî bû. Dadgehê ji bo 4 sal û 5 meh û 10 roj cezayê girtîgehê yê li F.Y. yê 16 salî birî, wek delîl 5 perçeyên şarapnelê yên ji bedena F.Y. hatin derxistin nîşan da.

Nûçeyê bixwîne

Bi garisan debara xwe dikin

Li Cizîrê garisên ku bi awayekî kolektîf tên amadekirin, ji bo welatiyan dibin çavkaniya debarê. Nuriye Beldemir, diyar kir ku nêzî 7 salan e garisên tên kelandin paqij dike, lê heqê keda xwe nastînin.

Nûçeyê bixwîne

Parêzerê Ocalan: Em ê berpirsiyariyên wan bînin bîra wan

Yek ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica, bal kişand ser Girtîgeha Îmraliyê û wiha got: "Ji hikûmetê bigire heta Wezareta Dadê û Gerînendetiya Giştî ya Girtîgehê hemû berpirsiyarê vê neheqiyê ne. Em ê van berpirsiyariyên wan tim li ser çavên wan bixin û ji wan re vebêjin."

Nûçeyê bixwîne

Rojnameger Erdogan hat binçavkirin

Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Ozkan Erdogan, li navçeya Tarsûs a Mêrsînê hat binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Li Geverê 3 kes hatin binçavkirin

Li Geverê polîsan bi şev bi ser gelek malan de girt. Jinikeke ku pitika wê heye jî di nav de 3 kes hatin binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Rojnameger Şerife Oruç nehat berdan

Yekemîn rûniştina doza rojnameger û nûçegîhana DÎHA'yê Şerife Oruç ku salek e di girtîgehê de ye li Êlihê hat dîtin. Rojnameger Oruç, hemû îdîayên der barê xwe de red kir û tahliyeya xwe xwest. Heyeta dadgehê biryara berdewama girtinê da û doz taloqî meha Cotmehê kir.

Nûçeyê bixwîne

'Sirên dewletê' yên ku nûçegihanê me daxuyandine: Li AFAD'ê fuhûş, sewqiyata leşkerî, vîla û komeleyên nepen...

Nûçegihanê me Erdogan Alayumat ku li Îslahiyeyê hatibû binçavkirin, ji ber nûçeyên ku çêkirine bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" û "Sirên dewletê daxuyandine" hat girtin. Hin ji sernavên nûçeyên ku Alayumat çêkirine û ji bo wan tê gotin ku 'sirên dewletê ne' û di dihaberê de weşiyane ev in:

Nûçeyê bixwîne

Nûçegîhanên me Akman hat berdan, Alayumat hat girtin

Nûçegihanên me Erdogan Alayumat û Nûrî Akman ku hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Heyeta dadgehê der barê Erdogan Alayumat biryara girtinê û der barê Nûrî Akman de jî bi şertê venêrîna edlî biryara berdanê da.

Nûçeyê bixwîne

Qedexeya li 3 taxên Nisêbînê bi dawî bû

Qedexeya derketina kolanan ku li gundê Sitîlîlê, Kurikêstlîlê û Hesîbê ên girêdayî Nisêbînê hatibû îlankirin bi dawî bû.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 81 / 830