Rojane

Hiqûqnas û parazvanên mafên mirovan: Tecrîda li ser Ocalan rakin

Hiqûqnas û parazvanên mafên mirovan ên tev li civîna "Rapora Îmraliyê" ya Buroya Huqîqê ya Asrinê bûn, xwestin tercîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin. Hiqûqnas û parazvanên mafên mirovan xwestin heyetên serbixwe biçin Îmraliyê û CPT berpirsiyariya xwe pêk bîne.

Nûçeyê bixwîne

Polîsan di roja 261’emîn de jî êrîşî çalakiya Yukselê kir

Çalakvanên kolana Yukselê ku 261 roje ji bo Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça çalakiyê li dar dixin rastî êrîşa polîsan hatin.

Nûçeyê bixwîne

TJA bang li tevlêbûna 'Nobeta Edalet û Wîcdan' a HDP'ê kir

TJA, bang li tevlêbûna çalakiya "Nobeta Edalet û Wîcdan" a HDP'ê kir û xwest her kes piştgiriyê bide. TJA'yê anî ziman ku dîrok her dem rastiyê dibîne û pêşeroj ya wan e.

Nûçeyê bixwîne

Baydemîr: Dawiya her tengasiyê firaqetî ye

Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr di roja sêyemîn a Nobeda Wijdan û Edaletê de axivî û got ku "Dawiya her tengasiyê firaqetî ye" û wiha axivî: "Em dikarin faşîzmê rawestînin û welat bigihînin aramiyê."

Nûçeyê bixwîne

Rapora Îmraliyê ya 6 mehan: Hemû serlêdan hatin redkirin

Buroya Hiqûqê ya Asrînê bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullha Ocalan û bi raporekê rewşa 6 mehan aşkera kir, li gorî raporê di 6 mehan de 56 serlêdanên parêzer, 25 serlêdanên malbatê hatin redkirin. Di raporê de hat diyarkirin ku rastiya li Îmraliyê tê veşartin hemû serlêdan bi hêla Serdozgerê Komarê yê Bursayê ve tê redkirin.

Nûçeyê bixwîne

Koordînasyonê Rojnameya Cumhuriyet: Akman û Alayumat serbest berdin

Koordînasyonê Rojnameya Cumhuriyetê diyar kir ku di serdema OHAL'ê de li Tirkiyeyê rêya heqîqetê ya gel di azadiya çapemniyê re derbas dibe. Koordînasyonê xwest nûçegîhanên me Erdogan Alayumat û Nurî Akman ên di bin çavan de serbst bên berdan.

Nûçeyê bixwîne

Der barê nûçegîhanê me de daxwaza girtinê

Nûçegîhanên me Nurî Akman û Erdogan Alayumat bi hinceta "bi guman in" li ser sînorê Hatayê hatibûn binçavkirin, dozger bi daxwaza girtinê ew sewqî dadgehê kirin.

Nûçeyê bixwîne

Doza Rojnameya Cumhuriyetê di roja 4'an de ye

1'emîn rûniştina doza Rojnameya Cumhuriyetê ya 11 jê girtî 17 rojnameger tên darizandin di roja 3'an de berdewam dike.

Nûçeyê bixwîne

Walîtiyê sê gundên Nisêbînê qedexe kir

Walîtiya Mêrdînê li 3 gundên Nisêbînê qedexeya derketina derve îlan kir.

Nûçeyê bixwîne

Ez azad bûm, lê hêj bi hezaran êzîdî di destê DAÎŞ'ê de ne

Bi sedan jinên êzîdî ji destê DAÎŞ'ê hatin azadkirin. Yek ji jinên êzîdî yên ji destê DAÎŞ'ê hatin azadkirin jina Êzidî Necat Bapîr e. Bapîr ji aliyê hêzên YBŞ'ê ve ji destê DAİŞ'ê rizgar bû. Bapîr, diyar kir ku aqilê wê li ser hezaran jinên di destê DAİŞ'ê de ne.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 83 / 830