Rojane

Nivîskarê Evrenselê Yusuf Karataş hat girtin

Nivîskarê Rojnameya Evrenselê Yûsûf Karataş, di çarçoveya lêpirsîna KCD'ê de hat girtin.

Nûçeyê bixwîne

Zeviyên Sitlîliyê ji duh şevê ve dişewitin

Ji ber gulebarana leşkeran ji duh şevê ve zeviyên gundê Sitlîliyê dişewitin. Gundî bi derfetê xwe hewl didin agir bitefînin, lê belê heta niha agir nehatiye kontrolkirin.

Nûçeyê bixwîne

Çiyayê Tendurekê bi dijwarî tê bombekirin

Herêma Çiyayê Tendurekê ya ku bi mehan e liv û tevgera leşkerî lê didome, bi helîkoptêran tê bombekirin.

Nûçeyê bixwîne

Kesek li Kaniyaxezalan hat binçavkirin

Esnafê bi navê Mustafa Demîr li Kaniyaxezalan hat binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Sariyildiz: Em ê wekîltiya gelê xwe dewam bikin
Hezer: Em ê teqez biserkevin

Parlamenterên HDP’ê Faysal Sariyildiz û Tuba Hezer Ozturk piştî wekîltiya wan hat xistin, bertek nîşanê vê bê hiqûqiyê dan. Sariyildiz wiha got: “Em ê wekîltiya gelê xwe berdewam bikin. Dîktatorê dîrokê yê herî trajîkomîk dê ji darizandinê rizgar nebe.”

Nûçeyê bixwîne

Dê Stenbol piştgiriyê bide ‘Nobeda Wîjdan û Edaletê’

Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê ji bo piştgiriyê bide "Nobeda Wijdan û Edaletê" dê îro di saetên êvarê de çalakiya deng derxistinê bide destpêkirin.

Nûçeyê bixwîne

Çêr û axaftinên nijadperest birin meclisê

Qaymeqamê Elkê yê berê Kadîr Guntepe dema li ser peywirê bû, der barê nirxên kurdan de gelek parvekirinên nijadperest dikirin, piştî ji lêpirsîna "Endamtiya Cemaeta Gulen" ji peywirê hat girtin, li cihê wî Murat Şener hat tayînkirin, Şener jî wekî Guntepe parvekirinên nijadperest kirin. HDP'ê parvekirinên Şener bir Meclisê.

Nûçeyê bixwîne

Li Nisêbînê 6 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Nisêbînê di serdegirtina malan de navên 6 kes hatin binçavkirin.

Nûçeyê bixwîne

Wekîliya Hezer û Sariyildiz hat xistin

Di dîroka Meclisê de hikumeta AKP'ê îmzeya xwe avêt binê sosretiyeke nû. Wekîliya Parlamentera HDP’ê ya Wanê Tuba Hezer Ozturk û Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz bi hinceta “Bêdewamiyê” hat xistin.

Nûçeyê bixwîne

Serlêdana 674'emîn jî hat redkirin

Serlêdana parêzerên Rêberê PKK Abdullah Ocalan a hevdîtinê ji aliye Serkomariya Komarê ya Bursayê ve hat redkirin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 82 / 830